- Muzîk ku xwedî bingeheke kûr e, tenê bi notayan nayê şirovekirin. Her wiha ew bi geometrî û bîrkariyê jî tê şirovekirin. Hinek muzîkjen ji bo têkiliya muzîkê ya bi bîrkariyê re nîşan bidin li bingeha muzîkê kolane û bi vî awayî encamên balkêş derketine holê. Hevêrka Coltrane jî yek ji van encamên balkêş e ku bala mirov dibe ser felsefeya muzîkê.
ROGER FEDERÎCO
Qada muzîkê jî weke hunerên din xwedî gelek ezmûn û cerebeyan e. Mûzîk tenê ne ew deng in ku em dibihîsin û pê hestiyar dibin. Her wiha tenê ne notasyonên xav in jî. Ji vî tiştî wêdatir muzîk xwedî raman û felsefeyekê ye. Gava mirov çav bi xebatên hin muzîkjenan û lêhûrbûnên wan ên li ser muzîkê dikeve mirov vê yekê baştir fam dike. Ji mêj ve têkiliya di navbera bîrkarî (matematik) û muzîkê de tê zanîn. Gelek zanyar û muzîkjen di vî warî de fikr û nihêrînên xwe bi awayekî şênber ango bi nivîskî anîne ziman û behsa vî tiştî kirine. Weke nimûne Pîsagor li ser vê têkliyê dibêje; “Di zimîniya têlan de geometrî û di navbera giloveran de jî muzîkek heye.”
John Coltrane ku ew yek ji hostayên Cazê ye û weke bestekar û şefê orkestrayê jî tê zanîn, bi xebata xwe ya “5 hevêrk (çember)” nîşan da ku ew jî di rêya Pîsagorî de diçe û di vî warî de eynî weke wî difikire. Ev xebata John Coltrane ku dişibe diyagramekê ew ê di warê muzîkê de bi navên “Hevêrka Coltrane” û “Hevêrka tonê (tonalite) ya Coltrane” jî bihata zanîn.
Bûye îlhama ‘geometriya muzîkê’
John Coltrane di sala 1967’an de hin xêzên geometrîk çêkir û van xêzên xwe nîşanî hevalê xwe yê seqsefoncî yê bi navê Yusef Lateef da ku ew di heman demê de profesorek bû. Xêzên Coltrane dişibiyan saetekê, saeteke ku notayên muzîkê bi navberên wekhev digihandin hev û bi desenên giloverî hatibû çêkirin. A rast ev weke diyagramekê hatibû sêwirandin û paşê ev diyagram bi navê Coltrane hate bibîranîn. Ev dîyagrama ku bi navê “Hevêrka Coltrane” tê zanîn têkiliya di navbera muzîk û matematîkê de radixe ber çavan. Coltrane vê yekê bi awayekî dîtbarî nîşan daye, yanî wî bi vî awayî razberiya muzîkê wekî tiştekî şênber nîşan daye. Ev xebata wî di warê “geometriya muzîkê” de bûye îlhama gelek xebatên dîtir.
Têkiliya muzîk û bîrkariyê
John Coltrane bi dîyagrama xwe ya geometrîk ango “Hevêrka Coltrane” 12 tonên nîvco yên “gamên kromatîk” teswîr dike. Yanî wî di vê dîyagramê de van yekan şirove kiriye. Mirov dikare bibêje ku wî bi vê dîyagramê nexşerêyekê jî derxistiye. Nexşerêya notasyon û tonên ne diyar ku dikarin ji gelek hêlan ve bi awayekî cuda werin nirxandin. Rêgezên ku wî diyar kirine an jî şirove kirine di teoriya muzîkê de ne ew tişt in ku nayên zanîn lê John Coltrane bê xêz û geometriyê şiroveyeke xweser pêş xistiye di vî warî de û nîşan daye ku di bingeha muzîkê de geometrî, felsefe û bîrkarî heye.
Kompozisyonên nehênî û pergala muzîkê ya îlahî
Li gor lêkoler û zanyaran gava John Coltrane bi vê dîyagramê daketiye ji xebatên Albert Einstein û muzîka Hîndûyan îlhamê girtiye û piştî lêhûrbûneke kûr “Hevêrka Coltrane” sêwirandiye. Ev diyagram her çend li ser teoriya muzîkê hatibe sêwirandin jî hêleke kompozîsyonan a nehênî (mîstîk) jî heye. Xêzên li ser giloverên bi hevdu ve girêdayî desenên stêrkan ava kirine û bi vî awayî huner û teoriya muzîkê bûne di hêmayên ku hevdu temam dikin û hêzê didin hevdu. Arun Ghosh ku ew klarnetvanekî bi ser xwe re bû, Hevêrka Coltrane bi vî awayî şirove dikir; “Pergeleke muzîkê ya ku bi tiştên îlahî re têkilî datîne.” û digot ev dîygarama Coltrane nêzî taybetmendiyên dînê Îslamê ye.
Têkiliya ‘kûantûm’ û teoriya muzîkê
Li hêlekê şiroveyên bi vî rengî hebûn li ser “Hevêrka Coltrane” lê li hêla din jî lêhûrbûna Coltrane ya di warê fizik û zanistê de nîşan dide ev diyagram. Stephon Alexander ku fizîknasek bû û di heman demê de li seqsefonê dixist pirtûkeke bi navê “The Jazz of Physics” dinivisîne û di vê pirtûkê de ji bo John Coltrane dibêje; “Rêgezên ku Coltrane li ser sekiniye û xebitiye ‘teoriya kûnatûm’ a Einsetin îşaret dikin. Wî bi vê teoriyê xwe motîve kiriye.” Her wiha tê zanîn ku Coltrane ji hevalê xwe yê muzîkjen Davîd Amram re behsa “teoriya kûantûm” a Einstein kiriye û gotiye ku ew dixwaze di muzîkê de tiştekî bi vî rengî pêk bîne. Wekî din wî bi çend kesên din re jî ev mesele nîqaş kirine û behsa têkiliya teoriya muzîkê û kûantûmê kiriye.
Manewiyat û muzîk
John Coltrane bi vê dîyagram an jî xebeta xwe têkiliya di navbera mûzîk, manewîyat, geometrî û bîrkariyê de pirr xweşik rave kiriye û nîşan daye ku muzîk xwedî rehên kûr û dûr in. Her wiha ew nişan dide ku muzîk xwedî raman û felsefe ye jî. John Coltrane ji bo muzîka xwe wiha digot; “Muzîka min, îfadeya manewiyatê ye; bawerî, zanîn û hebûna min e.”
John Coltrane kî ye?
Di sala 1926’an de li Bakûrê Corolîna hate dinyayê. Pirr xweşik li seqsefonê dixist û di vî warî de tekane bû. Di warê cazê de yek ji şirovekarên herî jêhatî û serketî tê zanîn. Her wiha wî di vî warî de gelek tiştên nû jî ceribandiye û li teoriya muzîkê kolaye. Demek dirêj li seqsefonê dixe û paşê weke tenor jî dixebite. Bi muzîkjen Miles Davis re weke tenor dixebite. Ew li Emerîka û li dinyayê weke “fîgûrê caza avangard” tê qebûlkirin.
Di sala 1967’an de gava 40 salî ye jiyana xwe ji dest dide û ji vê dinyayê koç dike. Piştî ku di dimire şûnde, di sala 1992’an de Xelata Grammy werdigire.