Sînemavan Pablo Berger, sala 2012´an nexasim jî bi filmê Dîtmîra Spîpoz (Blancanieves) navdar bûbû. Wî ev film bi awayekî serbest disipart çîroka ku Birayên Grimm berhevkirî. Dîmenên filmî spî-reş hatibûn girtin. Niha bi filmekî Karton ev sînemavanê ji Katalanyayê careke din derdikeve pêş. Navê filmê “Hevalê min ê robot” e. Senaryo xwe disipêre xêzeromana Sara Varon a ji bo zarokan. Di filmê de kes napeyive. Kesayet “heywan” in, “mirovên weke mirovan” û çend robotên “insan, zêde zêde insan” hene. Esas ev film weke helbesteke sînematografîk e. Film esas bi wê yekê dadikeve ku bi di nava civakên me yên bi awayekî sexte şareza û medenî bûne, hevaltî ne hêsanî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN