- Bernameya îro ya LKFF´yê bi sernavê "Şer di ekranê de" ye. Filmên Akam, Îlona dawî, Rewşa em tê de, Reqsek ji bo mirinê, Ferman, anîmasyona bi navê Pattern tên nîşandan.
Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) îsal online xwe digihîne her mekan û kesî. Bernameya festîvalê 15´ê Tebaxê online dest pê kir û wê heta 24´ê mehê jî dewam bike. Film li ser malpera festîvalê û kanala wê ya youtube tên nîşandan. Ne tenê film, kurte film û belgefilm tên nîşandan, di heman demê de sohbetên zindî yên bi derhêner û sînemavanan re jî piştî nîşandana filman hene.
LKFF a 11´an filmên xwe online heta 24´ê Tebaxê digihîne her mekan û kesî. Yanî hem kesên ji elaqedarî sînemaya Kurdî ne, dikarin li wan temaşe bikin, hem jî her kesa wê kêliyê hez dike, li ku derê dibe bila bibe, heger înterneta wê/wî hebe di ser kanala LKFF´ê ya youtube zindî li filman temaşe bike. Filmên weşandî, li ser kanalê wê heta festîval biqede jî bimînin. 15´ê Tebaxê bi sernavê Beyond Border (Ji sînoran û wêde), kurte filma Barê Giran, Şowan, Birayê min Amal, Dêûbavên Rojbûnê û Şivan hatin nîşandan. 16´ê Tebaxê jî film, belgefilm û kurtefilmên, Dilê Reqayê, Heval, Anons, Wendakirî, Tu dihisînî dayê? û Yar hatin nîşandan.
Bernameya doh li ser jinan bû bi sernavê "Jin di filmê de" Kurtefilma The Sprinkle (Hûrbaran) a derhêner Volkan Uludag, belgefilma "Ji bo kamerayê" ya derhêner Mostafa Shahrokhi, kurtefilma Ziwan a derhêner Kaveh Jahed, kurtefilmeke anîmasyonê ya li ser şervana YPJ´ê Rihanê bi navê Rihan, kurtefilma derhêner Zhîno Hadî ya bi navê "Rojek le rojan", kurtefilma Ba Birdû ya derhêner Sîaveh Saed Panah hatin nîşandan.
Berxwedana li dijî DAIŞ´ê
Bernameya îro bi sernavê "Şer di ekranê de" ye. Filmên Akam, Îlona dawî, Rewşa em tê de, Reqsek ji bo mirinê, Ferman, anîmasyona bi navê Pattern tên nîşandan.
Ji filmên pêr hatî nîşandan, filma Anons a bi derhêneriya Cabbar Alp behsa Berxwedana Sûrê û malbateke di dema berxwedanê di Sûrê de asê mayî dike. Filma Heval a bi derhêneriya Payam Laghari jî behsa bav, keç û dêyekê dike ku DAIŞ´ê dor li wan girtiye. Keça malê Evîn ji ber astimê bêhna wê diçike û bavê wê bawer dike ew miriye. Ji bo ku nekeve destê DAIŞ*ê bav xwe dikuje. Dê jî xwe hazir dike ku xwe bikuje, lê hingê rtiştek diqewime û çarenûsa wê diguhere.
Mijarên festîvala îsal hemû, ev in: Ji sînoran û wêde, Têkoşîn dewam dike, Jin di filmê de, Di ekranê de şer, Carekê ji caran li Kurdistanê û Di filman de zarok.
Îsal bi giştî 50 film online tên nîşandan. Pêşbirkên festîvalê û xelat jî dewam dikin; juriyên festîvalê îsal Xelata Yilmaz Guney ya Kurtefilma Herî Baş, Masiyonên Taybet ên Juriyê û Xelata Rûmetê ya LKFF MC´yê didin.
NAVENDA NÛÇEYAN