- Îro di destê me de hejmarên Hetawî Kurd yên 1, 2, 3, 4, 5 û 10’an hene.
Piştî ku Meşrûtiyeta Osmanî hat ragihandin, Cemiyeta Telebeyên Kurd Hêvî dest bi weşana kovara bi navê Roja Kurd kiribû. Piştî qedexekirina wê bi navê Hetawî Kurd 24’ê Cotmeha 1913’an rojnameya/kovara mehane û paşê duheftane li Stenbolê hat weşandin.
Di vê rojnameyê de beşeke bi navê nameyên ji Kurdistanê hebû. Hem Kurdên malmezin ên ji rêûresmê û hem jî întelektuelên Kurd ên ku nû nû peyda dibin, di rojnameyê de nivîsîn. Xwediyê vê rojnameya heftane Baban Ebdulezîz bû.
Îro di destê me de hejmarê wê yên 1, 2, 3, 4, 5 û 10’an hene. Rojname, heta hejmara çaran mehane, piştî wê jî serê panzdeh rojan carekê derketiye. Gava mehane bûye her hejmar 32 rûpel bû, piştî ku dibe serê panzdeh rojan, rûpelên wê kêm dibin, dibin 16.
Piştî hejmara dehem a 3’yê Tîrmeha 1914’an weşana rojnameyê radiweste, lewra ji ber Şerê Cîhanê yê Yekê, Dewleta Osmanî seferberiyê radigihîne û gelek endamên civatê jî wekî ‘esker’ tevlî vî şerî dibin.
NAVENDA NÛÇEYAN