Heta Tirkiye bê dadgehkirin

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 01:15

  • Heymans: Bi lêkolînan ti kes nikare li ber rabe ku hin sîlehên kîmyewî yên diyar li hin deverên diyar hatine bikaranîn. Delîlên bi vî rengî ji bo miracaetên li dadgehên neteweyî jî wê lazim bin. 

MELTEM OKTAY/CENEVRE

 

Buroya hiqûqî ya Van Steenbruge Advocaten a li Belçîkayê, 7’ê Mijdarê miracaetî sekreteriya giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û xwest ji bo lêkolîna sîlehên kîmyewî li dijî hêzên Kurdistanê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê damezrandin. Di rojnameya me ya doh de me behsê kiribû ku Wezîrê Dewletê yê Berê yê Belçîkayê û profesorê hiqûqê li Zanîngeha Gentê Johan Vande Lanotte ji serkêşên vê înîsiyatîfê ye û her wiha hiqûqzan Johan Heymans jî metna miracaetê mohr kiriye. Miracaet jî li ser navê “Koalîsyona Dijberî Bikaranîna Sîlehên Kîmyewî li Kurdistanê ye”. Di miracaetê rapor û dîmenên li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî bi destê dewleta Tirk li dijî hêzên Kurdistanê tên bi bîr xistin û tê xwestin ku Komîsyoneke Lêkolîna Heqîqetê jî li gorî vê bê damezrandin. 

Ji bo ku em kite bi  kite karibin we li ser vê miracaeta muhim û prosedura wê agahdar bikin, em bi yekî ji hiqûqzanên metna miracaetê îmzekirî, Johan Heymans re peyivîn.

 

Erkên taybet ên sekreterê giştî

Johan Heymans dibêje, di warê bikaranîna sîlehên kîmyewî de berpirsiyariya erk û berpirsiyariyên NY’yê û Sekreteriya Giştî ya NY’yê hene û her du jî ji nêz ve bi Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) hevkariyê dikin. Bi ya wî NY dikare ji bo ku OPCW li rastiyan bikole, teşwîq bike, heta bike ku ev lêkolîn dest pê bikin. Wî bi bîr xist ku OPCW dikare li ser miracaeta welatekî endam Komîsyoneke Lêkolîna Heqîqetê organîze bike. Johan Heymans wekî din got derfetên mîna vê yên Sekreteriya Giştî ya NY’yê jî hene: “Sekreterê Giştî yê NY’yê dikare erkên xwe yên taybet bi kar bîne ji bo lêkolîna îdîayên bikaranîna sîlehên biyolojîk û kîmyewî. Di rewşeke welê de jî divê dewleteke endamê NY’yê destekê bide vî karî.”

 

Lêkolîn û rapora IPPNW’ê gelekî giring e

Johan Heymans dibêje, halê hazir meseleya herî giran ew e ku mirov karibe dewletên endamê NY’yê yan jî OPCW’yê qaneh bike da ku lêkolînê dest pê bike: “Zehmetiya herî mezin ew bû ku li wê deverê ewlehiya delîlîlên bikaranîna sîlehên kîmyewî bi awayekî li derveyî qanûnê, mirov nikare têra xwe test bike. Ji ber wê gelekî muhim e ku saziyeke weke IPPNW ya di vî warî de xwedî îtîbar û xelatgira nobelê, unsûrên cihê lêkolana ku nîşan didin sîlehên kîmyewî hatine bikaranîn. Ev dane û unsûr dibe ku zorê bike ku civaka navneteweyî da ku helwêsta xwe ya berê ya beramberî lêkolîna van îdîayan biguherîne”. 

 

Gelo wê endamên NY’yê destekê bidin?

Li gorî Johan Heymans, ji bilî dadgehên navneteweyî, li Swêd, Elmanya û Fransayê dadgehên neteweyî jî berê bi mijarên wiha daketine, lê di rewşa heyî de ew ê bi rêbazeke din di ser NY û OPCW’yê re hewl bidin mijarê bibin dadgehê: “Lewma, pêdiviya me heye bi daxuyaniyên wan saziyên ku serbixwetir tên qebûlkirin, ên ku bibêjin sîlehên kîmyewî li deverê hatine bikaranîn. Bi vî awayî ti kes nikare li ber rabe ku hin sîlehên kîmyewî yên diyar li hin deverên diyar hatine bikaranîn. Delîlên bi vî rengî ji bo miracaetên li dadgehên neteweyî jî wê lazim bin.” 

Li gorî Heymans, heger îsbat bibe ku sîlehên kîmyewî bi awayekî derveyî qanûnê hatine bikaranîn, ev ê bike ku zexta li ser Tirkiyeyê gelekî mezin bibe. 

 

Qanehkirina endamên NY’yê 

Johan Heymans di dawiyê de got, ew gelekî bi hêvî ye ku bersiva miracaeta wan a li Sekreteriya Giştî ya NY’yê were dayîn, paşê bal bire ser rola rêxistinên civaka sivîl jî û wiha dewam kir: “Ji bo rêxistinên din ên civaka sivîl û buroyên din ên hiqûqê ya ku nihakê muhim ew e ku ji bo avakirina vê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê, endamên cihê yên NY’yê qaneh bikin, da ku ew jî destekê bidin daxwaza me.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.