Heta ku tecrîd hebe siyaset ‘nerm’ nabe

Şemî 11 Gulan 2024 - 02:45

  • Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Ibrahîm Bîlmez bersiva ‘tecrîd nîne’ ya Wezareta Dadê ya Tirk weke ‘tinazpêkirin’ê pênase kir, şibande ‘rêbaza Goebbels’, diyar kir cezayên disîplînê weke hênceta tecrîdê têne danîn û got heta ku tecrîd li ser Rêber Ocalan hebe, li Tirkiyê û Kurdistanê siyaset ‘nerm’ nabe.

ZEYNEP KURAY / ANF / STENBOL

Ev 38 meh in dewleta Tirk derfetên ku Rêber Ocalan bikaribe dengê xwe bikaribe derxe ji holê rakiriye, ne malbat, ne parêzer nikarin Ocalan bibînin û raya giştî ya Kurd hay ji rewşa Rêbertiya xwe nîne. Li ser vê parlamenerên DEM Partiyê ji bo rakirina tecrîdê 7’ê Kanûna sala çûyî serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a li Meclîsa Tirk dabûn, piştî bi salekê Midûrtiya Giştî ya Wezareta Dadê ya Tirk bersiv da ku li Imraliyê tecrîd nîne. 

Parêzerê Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Ibrahîm Bîlmez got Wezareta Dadê dereweke aşkere dike.

Bîlmez anî ziman ku Wezareta Dadê ya Tirk bi bersiva, ‘tecrîd nîne’ tinazê xwe bi civakê kiriye û got,’’Wezareta Dadê yekser derewan dike.’’

Rêbaza Goebbels: Tecrîd nîne

Bîlmez bi bîr xist ku desthilata AKP’ê derew ji xwe re kiriye ‘polîtîka’, ev 20 sal in bi derewan li ser kar in û rêveberiyê dikin. Bîlmez got,’’Dema ku tu derewekê hezar carî bike êdî civak jî dest bi bawerkirina ji vê yekê dike. Ew vê rêbaza Goebbels bi cih tînin û mixabin encamê jî werdigirin. Lê belê em bersivê didin van derewan, di daxuyaniyên xwe de em timî vê yekê destnîşan dikin. Eger Wezareta Dadê îdîa dike ku li Îmraliyê tecrîd nîne, hingî bila eşkere bikin bê parêzeran çend caran hevdîtin kirine."

Mijara Aktaş têkilî tecrîdê ye

Bîlmez dirêjkirina înfaza Aktaş weke parçeyek ji tecrîda li ser Ocalan nirxand û got, "Li gel ku 2 hefte di ser 30 salan re derbas bûne nehatiye berdan. Bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê berdana wî ji bo salekê hatiye dirêjkirin. Em bi zorê bi telefonê bi rêveberiya girtîgehê re axivîn û ev yek bihîst. Diyar e ku biryara dirêjkirina înfazê dewama polîtîkaya birîna têkiliya bi Îmraliyê re ye. Hewldanek ji bo wê yekê ye ku agahî ji Birêz Ocalan bê wergirtin. Ev yek ji tecrîdê jî wêdetir e û desthilatdarî dixwaze vê rewşê dewam bike."

Cezayê disîplînê hinceta tecrîdê ye

Bîlmez bi bîr xist ku heman beriya daxuyaniya 'tecrîd nîne' ya Wezareta Edaletê ji bo 3 meh ên din cezayê dîsîplînê li muwekîlên wan hate birîn û destnîşan kir ku ev cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk bûne, veguherîne rêbazeke ji bo peydakirina hincetê ji tecrîdê re, ti aliyekî xwe yê hiqûqî nîne. 

Tinazê xwe bi civakê dikin

Bîlmez diyar kir ku 3 mehan carekê bi cezayên dîsîplînê hevdîtina malbatê, 6 mehan carekê bi biryara dadgeriya înfazê re hevdîtina parêzeran a bi muwekîlên xwe re bi rengekî kêfî tê astengkirin. Bîlmez got,’’Tevî vê jî dibêjin tecrîd nîne. Bi vî rengî henekê xwe hem bi me dike hem jî bi raya giştî re dike. Di heman demê de bêhurmetiyê dike."

Em qebûl nakin

Bîlmez ragihand ku bi rêya van cezayên dîsîplînê yên bêhiqûqî dixwazin tecrîdê bidin qebûlkirin, ev yek hewldaneke pûç û vala ye, wê vê tecrîdê ti carî qebûl nekin, hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve li ber vê yekê rabin.

Dengê Ocalan asteng dikin 

Bîlmez bi bîr xist ku Abdullah Ocalan herî dawî dema bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî û axaftin di nîvî de qut bû, bi israr got ew dixwaze parêzerên xwe bibîne û got, "Eşkere ye ku naxwazin dengê muwekîlê me Birêz Ocalan bigihêje derve. Demeke dirêj e bi vî rengî ye, mîna ku meseleya Kurd nîne tevdigerin. Dixwazin meseleya Kurd bi polîtîkayên tundiyê çareser bikin û ji ber vê yekê jî li ser Birêz Ocalan tecrîdê ferz dikin. Ev yek eşkere ye. Naxwazin deng ji Îmraliyê derkeve ji ber ku dengê ji wê derê derkeve dengê çareseriyê ye. Desthilatdarî vê yekê naxwaze."

Heta tecrîd hebe ‘nermbûn’ nabe

Bîlmez bi bîr xist ku ne tenê beşek, divê her kesê ku xwe weke muxalîf pênase dike li hemberî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bide û got, eger ev neyê kirin wê tecrîd bê rewakirin. Bîlmez anî ziman ku eger wê nermbûnek çêbibe, ev yek wê bi çareserkirina meseleya Kurd, bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêk were û got, "Di vê der barê de jî polîtîkayên têkildarî Îmraliyê diyarker e. Eger tecrîd dewam dike, eger meseleya Kurd nayê çareserkirin hingî mirov nikare qala nermbûnê bike.

Tecrîd divê rojeva muxalefetê be

Bîlmez herî dawî got,’’Heke wê nermbûn li welêt çêbibe, wê pêvajoyeke diyalogê pêk were, hingî divê meseleya Kurd û tecrîd bikeve rojevê. Vê yekê bi taybetî ji bo muxalefeta bingehîn dibêjim. Divê tecrîdê bixin rojeva xwe, ji nedîtî ve neyên.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.