Divê qanûn pêk bên
Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:35

Parêzer Zeynep Karayilan bi lêv kir ku divê di alî hiqûqî de bersiva gava ku Tevgera Azadiya Kurd avêtiye bê dayîn û wiha got: “Divê qanûn pêk bên, dest ji polîtîka înkar û îmhayê bê berdan, bi guherînên qanûnî û destûra bingehîn pêşiya siyasete demokratîk bê vekirin.”
Tevgera Azadiya Kurd di esasa erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 26’ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyaniyeke dîrokî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku di esasa biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê de hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne. Gava hat avêtin li Kurdistan û Tirkiyeyê deng da. Çavê gel li gavên şênber ên dewletê ne.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Zeynep Karayilan der barê gava ku hatiye avêtin û li hember vê gavê, di alî hiqûqî de gavên divê bên avêtin nirxandin kir.
Zeynep Karayilan balkişand ser biryara vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurd û wiha anî ziman: “Biryara ku hatiye dayîn di alî hiqûqî de hîna bersiva wê tunebe jî ev gav di alî bêpevçûnê de nîşaneya niyeteke baş e. Divê Tirkiye li gorî vê gavê bavêje. Di alî hiqûqa navneteweyî de jî ev wisa ye. Divê ev pevçûn li gorî rêbazên hiqûqî û mirovî bê hêsankirin. Piştî banga 27’ê Sibatê ya dîrokî PKK’ê li pey hev gav avêtin. Hîna jî davêje. Daxuyaniya 26’ê Cotmehê de hatiye dayîn jî gelek girîng e. Ev jî biryarbûn û israra PKK’ê ya di aştiyê de nîşan dide.”
Zeynep Karayilan balkişand ser biryarên DMME’ê û got: “Biryarên DMME’yê pêk nayê. Ev bi tena serê xwe tê wateya binpêkirina qedexeya îşkenceyê. Muxatabê esas yê pêvajoyê Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev jî pêşî li xitimandina pêvajoyê vedike. Di biryarên kongreya PKK’ê de hat diyarkirin azadiya Birêz Ocalan şert e. Ji ber vê jî divê li hember van gavan ev pêk bê. Mafê hêviyê nikare bibe mijara bazarê. Tirkiye alîgirê Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî ya NY’ê û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye. Avakirina Komîsyona Heqîqet û Edaletê di bin berpirsyariya navneteweyî de ye jî. Ev komîsyon bi biryara meclîsê yan jî bi qanûnek serbixwe dikare bê avakirin.”
Zeynep Karayilan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê aliyê hember bi gavên hiqûqî bersiv bide van gavan. Divê qanûn pêk bên, dest ji polîtîka înkar û îmhayê bê berdan, bi guherînên qanûnî û destûra bingehîn pêşiya siyasete demokratîk bê vekirin, entegrasyon bikeve jiyanê.Em hiqûqa demokratîk diparêzin. Rojeva me ya esas Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, gavên li gorî hiqûqê yên divê bên avêtinê û guherînên bên kirinê ne. Ji bo avakirina civaka demokratîk divê zext bê kirin û bi hev re xebat bên meşandin. Divê di alî tevlibûna gel a pêvajoyê de jî xebat bên meşandin.”
JINNEWS/AMED/ŞEHRÎBAN ASLAN











