Armanc avakirina jiyaneke azad e
Çarşem 12 Mijdar 2025 - 03:25

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan a Navneteweyî de li Kurdistan û Tirkiyeyê jin li her qadan daxwazên xwe tînin ziman. Jin di çalakiyên xwe de bi taybetî bal dikişinin ser asta şîdetê û nêzîkatiya li hemberî bêcezahiştinê. Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê parêzer Hatîce Îslamoglu derbarê mijarê de ji axivî. Hatîce Îsmaîloglu, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiyê û diyar kir ku şîdet pirsgirêkek polîtîk e û got:"Tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê gelek caran wekî pirsgirêkek navmalî an jî teqînek hêrsa takekesî tê nîşandan. Tundiya li dijî jinan nîşaneya hişmendiya serdestiya mêran e. Mêr bi serdestiya xwe ya li ser laşên jinan hêza xwe ji nû ve çêdikin. Di heman demê de, ev tundiya mêran, li gel tundiya dewletê, wekî amûrek ji bo tepeserkirin û bêdengkirina jinan û xurtkirina pergala heyî tê bikar anîn. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku tundiya li dijî jinan pirsgirêkek siyasî ye."
'Ez poşmanim' tundiyê rewa dike
Hatîce Îsmaîloglu, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rawestandina tundiyê:"Ev pirsgirêk dikare bi veguherîna civakî were çareserkirin. Ew nikare tenê bi zêdekirina cezayan an jî bi rêziknameyên qanûnî were asteng kirin. Divê pirsgirêkên di avahiya civakî de werin çareser kirin. Ji ber vê yekê, divê di gelek waran de, ji perwerde û ol bigire heya siyaset û qadên civakî, reformên radîkal werin kirin. Divê wekheviya zayendî ji temenê biçûk ve di zarokan de were çandin û divê civak bi vê hişmendiyê were mezin kirin. Cezayên heyî ne astengker in û ne jî têrker in. Kêmkirina cezayên ku di mekanîzmayên dadwerî de bi hincetên wekî 'Ez poşman im' an 'Ez hatim provokekirin' têne dayîn vê tundûtûjiyê rewa dike. Ji ber vê yekê, polîtîkayên ku civakê bi tevahî vediguherînin pêwîst in, ne tenê ceza."
'Jin pêşeng in'
Hatîce Îsmaîloglu diyar kir ku wê bi pêşengtiya jinan civakek aştiyanê bê avakirin û got:"Ji ber ku jin ne tenê li kêleka aştiya civakî ne, ew pêşeng in. Jin her gav qurbaniyên herî mezin ên tundûtûjî û şer in, û hişmendiya serdest a mêran a ku van şeran diafirîne pir caran sedema wê ye. Ji ber vê yekê, bingeha aştiyê tenê bi têkoşîna jinan û perspektîfa jinan dikare were danîn. Jin dizanin ka çawa jiyan, evîn, edalet û azadiyê ava bikin. Ji ber vê yekê, divê helwest, bandora jinan li ser biryaran, raman û dengên wan di avakirina civakek aştiyane de cih bigirin." Endama OHD'ê ya Wanê Hatîce Îsmaîloglu, bal kişand ser girîngiya rêxistina jinan û got:"Tenê hêza ku em dikarin hembêz bikin têkoşîna jinan e. Lêbelê, ev ne têkoşînek hêsan e; hewldanên ku em, wekî jin, ji bo pêşîgirtina li vê tundûtûjiyê organîze dikin her roj mezin dibin. Jin hişyartir dibin, barê veguherîna civakê hildigirin ser xwe û bi biryar in ku vê barê heta dawiyê hilgirin."
JINNEWS/BUŞRA TURAN














