Heta azad nebe aştî jî ne pêkan e

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 03:35

  • Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen a ku beşdarî kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû got: Heta ku Ocalan azad nebe, em nikarin li ser aştî û muzakereyan diyalogê ava bikin.

Parêzer û parêzvana mafên mirovan Margaret Owen a ji Îngilistanê ye. Margaret Owen ew kese ku bi salan e ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û li dijî tecrida li ser Rêber Abdullah Ocalan înîsiyatîfê digire. Endama Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê ye û di heman demê de beşdarî kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dibe.

Rêberekî awarte ye 

Margaret Owen derbarê tecrîd û têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de got:"Ocalan rêberekî mêr ê herî awarte yê nijada mirovan e. Berê tu carî rêberekî mêr ku îşaret bi çavkaniya pevçûnan, newekheviyê û xizaniyê bike û bal bikişîne ser eciqandina jinan çênebûye. Ew yeke mêr e ku dibêje 'divê em ji mêrê serdest xelas bibin.' Eciqandina jinan, hemû civakê û mêran dieciqîne. Fikirên Ocalan ên piralî, azadîxwaz pir girîng in. Ev ji bo me hemûyan model e, lê di heman demê de ji bo gelek dewletên vê naxwazin jî tehdîd e. Ev dewlet jî bi piranî, dewletên nijadperest û dijminê jinan e." 

Divê rêveberiya xweser bê nasîn 

Margaret Owen bal kişand ser wê yekê ku welatên din ên Ewropayê, bi taybetî Îngîltere, ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re guh nedane daxwazên Ocalan û got:"Ev nîşan dide ku em xwepêşandanên xwe xurtir nekin. Ji ber ku eger em azadiya Ocalan nebînin, ev tê wateya ku em ê xwenegihandina aştiyê jî nebînin. Ger em destûr bidin ku Sûriye ji aliyê cîhadiyan ve were rêvebirin -em dizanin HTŞ'ê li Îdlibê çi kirine- em Sûriyeyeke ku ji Afxanistan an jî Lîbyayê xerabtir bibînin. Lewma ji bo Sûriyeyê, ji bo tevahiya herêmê û cîhanê, hêvî serbestberdana Ocalan e. Naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Divê nivîsên wî li dibistanan bin 

Margaret Owen da zanîn ku ev nêzî 20 sal in rexne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwîne û got:"Hê jî ez bi kesên ku qet wî nebihîstine dibînim. Ji ber vê yekê divê em hîn zêdetir bixebitin. Ez hez dikim ku nivîsên wî di bernameya perwerdehiyê ya li her welatê cîhanê de cih bigirin. Ji ber ku ev hemû der barê em dikarin çawa bi hev re bijîn de ne. Heya 5 hezar salan diçe. Dema ez li zanîngehê mirovan nas dikim ez mat dimînim; ez ji wan dipirsim ku Ocalan bihîstine yan na. Nizanim Murray Bookchin ê ku bandoreke mezin li fikirên wî kiriye bihîstine yan na. Nizanim hay ji şoreşa jinê ya kurd hene yan a. Ev di pergala me ya perwerdehiyê de tune ye, lê divê hebe. Divê ji bo ciwanan bibe îlham û divê em bala wan bikişînin. Divê em di warê aştî, edalet û wekheviya Ocalan de ciwanan perwerde bikin." 

Paradîgmaya wî nuwaze ye 

Margaret Owenê anî ziman ku paradîgmaya "demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê" ya Rêber Abdullah Ocalan gelekî bandor li wê kiriye û got:"Ji ber vê yekê ev paradîgma ji bo gelên herêmê firsendeke mezin e û ev yek ji bo gelên herêmê fersendeke mezin e û rawestandina navendîparêza tirsnak e. Ji bo mirov bên cem hev, xurtkirin tiştekî pir baş e. Pergaleke ku di mekanîzmaya biryargirtinê de jin û mêr li cem hev in, pergala hevserokatiyê heye. Ev tiştek nuwaze ye. Tu kes nikare bi zimanê ku ew (Ocalan) diaxive biaxive. Hebûna Trump li Dewletên Yekbûyî pirsgirêkek mezin e. Divê em hemû werin cem hev da ku xwe ji karesata ku rêveberiya Trump çêbike biparêzin. Fikrên wî yên berfirbûnê, tiştên ku li ser Xezeyê dibêje, dibe ku bi cih werin. Her wiha kesên wekî Pûtîn jî, xwestekên xwe yên narsîst dixin pêşiya jiyana bi hev re ya mirovan. Dîtinên mezin ên Ocalan ên der barê pêşerojê de hene. Ez bawer dikim ku wê mirov guh bidin wî. Ger ew derkeve û bixwazin û ger em hemû bibin olana dengê wî, wê baş be." 

MA/HÎVDA ÇELEBÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.