ŞEBNEM TEVEKOLÎ / NÛJÎNHA / TEHRAN
Faêzeh Hemamî berhemên xwe dişibîne matmayina kevokên di tarîtiyê de. Pêşangeha hunermend Faezeh Hemamî ya solo a bi navê ‘Hestîm’ (Em hene) di 24’ê Mijdarê de li galeriya Dost hate vekirin. Pêşangeh wê heta 21’ê Kanunê dewam bike. Faêzeh Hemamî ya ku 6 salan bi aweyekî pispor wêneyan xêz dike, di heman demê de li zanîngeha Hunerî ya Tahranê, beşa şêwekariyê dixwîne.
Faêzeh Hemamî bi xêzkirina kevokan dest bi şêwekariyê kiriye. Ew dibêje, “Li bajarê ez lê, kevok ji aliyê mirovan ve hatine kedîkirin û bi vî awayî ji xwezaya xwe dûr ketine. Ew şert û mercên ku niha kevok tê de, ne ew şert û mercên xwezayî yên kevokan in.”
Cihên kevokan ne mal in
Faêzeh Hemamî jiyana kevokan dişibîne jiyana mirovan a civaka ew tê de; ew dibêje, “Ji ber wê jî min biryar da ku kevokan xêz bikim. Pê re derbarê wan de hînî bêhtir tiştan bûm. Jixwe, gava li koleksiyona xwe ya berê û ya a niha dinihêrim, ez ferqeke baş di navbera her du koleksiyonan de dibînim. Di vê pêvajoyê de ez bûm şahidê gelek tiştan û guherînên li derûdora xwe. Ji ber hebûna kevokan ya di malê de ez qet ne rehet bûm. Ew ji hêla insanan ve dîl hatibûn girtin, yanî me kevok dîl girtibûn. Dilê min pirr bi wan şewitî. Ji lewre cihê wan ne mal bû û mirov ji bo xwe tatmîn bikin, ew di malan de digirtin. Yanî bi malbatî me ev yek pêk anîbû. Paşê ez pê hesiyam ku em li hember kevokan tiştekî hîs nakin û tenê li xwe difikirin. Bi vî awayî nakokiyek hebû li holê û vê nakokiyê kir ku ez dest bi xêzkirina kevokan bikim.”
Tirsa kevokan û civakê dişibîne hevdu
Faêzeh Hemamî dide zanîn ku bi destpêkirina tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ re bi çavekî din li kevokan nihêriye: “Nêzîkatiyên wan, matmayîna wan a di tariyê de, dema şert û mercên civakê hatin guhertin, min dît ku dişibe nêzîkatiyên me yên tên guhertin. Dema ku rewşeke xeter derdikeve holêm, em insan jî weke kevokan tevdigerin. Yanî em ditirsin bêyî ku hinek bi me bihesin. Gelek caran min civak şiband van kevokan. Ji ber vê şibandinê û têkiliya min a bi kevokan re min navê ‘Hestîm’ li koleksiyona xwe kir.”
Bi hestên aîdbûnê dadikeve
Faêzeh Hemamî bi bîr dixe ku mêr weke hobî, bi kevokan emel dikin û dibêje, “Pêşhukmên mêran li beramberî kevokan hene û ji vê yekê re dibêjin, eşq! Bavê min gelek ji kevokan hez dike. Bavê min, her tim bi kevokan re elaqeder dibe, weke ku ji kevokan hez bike ji min jî hez dike. Çawa ku ew xwediyê min be. Ez hem weke şêwekareke jin û hem jî weke insanekî dixwazim bi nakokî û fikaran dakevim. Dixwazim van hestan bi xêzkirina kevokan derxim holê. Li ser hestên aîdbûnê disekinim. Ez naxwazim gotinên min girêdayî cih bin, lê ez bawer dikim ku her mirov li gora şert û mercên tê de, bi awayekî hesta rast a aîdbûnê dibîne.”