ABDURRAHMAN GOK/MA/AMED
Pirtûka helbestan a Rênas Jiyan a bi navê "Êvar Încas in Şev Kersele" ji Weşanxaneya Belkiyê derket. Rênas Jiyan bi berhema xwe ya nû, hestên dayikên dilbikeser bi ser dilê xwe ve, hestên xwe jî bi ser dilên xwîneran ve diwerivîne.
Rênas Jiyan ku weke avakarê ekola hunerî û ramanî ya "Çirûskîzm”ê hate nasîn û bi pirtûka helbestan a pêşî Janya di dil û mejiyê wêjehezan di cihê xwe girtibû, bi berhemeke nû derkete pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Rênas Jiyan a bi navê "Êvar Încas in Şev Kersele" ya helbestan ji Weşanxaneya Belkiyê derket. Pirtûk ji neh beşan pêk tê. Helbestên beşa yekemîn ku ji êş û kulên civakê werivîne di bin serenavê "Roj-name" de cih girtine.
Helbestên di bin serenavê beşa "Roj-name" de cih girtine ji bo Egît Îpek, Haqan Arslan, Emîne Şenyaşar, Mirad Yûrtgul, Sara, Ronahî, Rojbîn, Mîr, E.Rehman, Evîn, Sêvê, Pakîze, Fatma, Osman Şîban, Serwet Tûrgût, Garîbe Gezer û hemû pakrewanan hatine nivîsîn.
Rênas Jiyan helbestên din yên pirtûkê di bin serenavên "Marketa Helbestan", "Helbestên ‘Roman’kî", "Belek Belek", "Helbestên Zanistî", "Sînemaname", "Senfoniya Hejariyê", "Bavê Fexriya" û "Xewwerîn" de kom kirine.