- Omer Barasî, “Seydayê Xasî xwediyê ilm û çandê bûye. Kurmancî, Farisî û Erebî ya wî jî pirr baş bûye. Ji ber ku Seyda muxalîfê Îttîhat û Terakkî bûye, bi gilîya Ziya Gokalp sirgunî Rodasî bûye û li wir 2 sal maye. Em dizanin ku Seyda li hemberî fikrên Ziya Gokalp gelek rexne nivîsandine û çap kirine.”
ARDÎN DÎREN
Ehmedê Xasî ku xwediyê Mewlûda pêşî ya bi Kirmanckî tê naskirin di sala 1866’an de li gundê Licê yê Hezanê hatiye dinê. Wî tenê Mewlûda bi Kirmanckî nenivîsiye her wiha gelek helbestên wî yên bi Kirmanckî jî hene. Seydayê Xasî perwerdeya xwe ya pêşîn ji bavê xwe yê Seyda Hesenê re girtiye. Paşê li medreseyên Kurdan yên li derûdorê perwerdeya xwe domandiye. Wek Melayê Xasî, Seydayê Xasî û Mela Ehmedê Xasî tê nasîn. Ehmedê Xasî piştî perwerdeya xwe ya bingehîn tê Diyarbekir. Li vir di medreseya Mesûdiye de perwerdeya xwe didomîne û îcazeta xwe jî ji vir digire. Piştî îcazeta xwe li Dîyarbekirê demek wek muderrîsekî dixebite û paşê diçe Hezanê. Li wir jî demekî muderrîsîyê dike û paşê wek miftiyê Licê tê tayînkirin. Xasî bi qasî 2 salan miftîtî dike û dema komara Tirkiye tê îlankirin dev ji miftîtiyê berdide.
Bi giliyên Gokalp sirgunî Rodosê dibe
Nivîskar û helbestvan Omer Barasî derbarê Ehmedê Xasî de agahî dan û got ku Xasî nivîskarekî serhildêr bûye. Wî û saziyên dewletê ti carî lihev nekiriye. Barasî bi bîr xist ku Ehmedê Xasî ji ber fikrên xwe tim di bin zextan de maye û wiha axivî, “Ji gundê Hezanê gelek muderrîs derketine. Şêx Evdilqadirê Hezanî û Molla Selîm jî li vir xwendine. Tesîra Ehmedê Xasî tenê ne li nav Zazayên Lîcê, her wiha tesîra wî di nav zazayên Çewlîg û Sîweregê de jî zêde bûye. Seyda xwediyê ilm û çandê bûye. Kurmancî, Farisî û Erebî ya wî jî pirr baş bûye. Ji ber ku Seyda muxalîfê Îttîhat û Terakkî bûye, bi gilîya Ziya Gokalp sirgunî Rodasî bûye û li wir 2 sal maye. Em dizanin ku Seyda li hemberî fikrên Ziya Gokalp gelek rexne nivîsandine û çap kirine.”
Omer Berasî derbarê serpêhatiya nivîsandina Mewlûda Kirmanckî ya Ehmedê Xasî de jî wiha got, “Dibêjin çend feqîyên Kurmanc bi Seydayê Xasî henekên xwe dikin û dibêjin, ‘Zazayan heya niha pirtûkekê nenivisîne’ Seyda bi vê gotinê pir hêrs dibe. Roja înê diçe mala xwe, dest bi Mewlûda Zazakî dike û îneya din diqedîne û dibe nîşanê feqîyan dide û dibêje, ‘Aha ji we re ji edebîyata Kirmanckî nimûneyeke piçûk.’”
400 nushe ‘Mewlidê Kirdî’
Omer Barasî balê bir ser û got ku Mewlûda Ehmedê Xasî bi navê “Mewlidê Kirdî” di 1899’an de li Diyarbekirê wek 400 nushe hatiye çap kirin û wiha pê de çû, “Mewlûda Xasî li ser Osman Efendiyê Babijê û gelek mewlûdên din bandora xwe dihêle.
Mewlûda Xasî ji alîyê gelek kesan ve hatiye amade kirin û çapkirin. Ji nav wan yên herî serkeftî; yên ku bi transkrîpsîyonê M. Malmisanijî hatiye amade kirin û ya Roşan Lezgînî ne.”
Seydayê Xasî di sala 1951’an de li gundê Hezanê çûye ser dilvaniya xwe. Tirba wî jî li gundê Hezanê ye. Ehmedê Xasî di nav çanda Kurd û edebiyata Kirmanckî de weke edîb û şaîrekî mezin tê nasîn.
Beşek piçûk ji destpêka “Mewlidê Kirdî” ;
Ez bi bismillahî ibtîda kena
Raziqê ‘aman û xasan pîya kena
Rebbî, hemd û şukrî ancax to rê bê
Kîbr û medh û fexrî pêro to rê bê
Çende ray bê masiwa bê hemdê ma
Labelê nêrê hisaban çendê ma
Hemd û şukrê to eda qet nêbenê
Ma ser a Rebbî, ti zanê, vînenê