Herin ji NASA´yê bipirsin!

Nûçeyên Cîhan

În 5 Tebax 2022 - 22:18

  • Bi carekê ji ezmanan parçeyekî hesinî yan jî ji pola yê mezin bikeve nav erdê we, nav zeviyên we, yan jî baxçeyê mala we, hûn ê gelo çi hîs bikin

Bi carekê ji ezmanan parçeyekî hesinî yan jî ji pola yê mezin bikeve nav erdê we, nav zeviyên we, yan jî baxçeyê mala we, hûn ê gelo çi hîs bikin? Sê parçeyên mezin ên ji çopa fezayê, li Awustralyayê ketin gundikekî xwedîkirina pez. Hat piştrastkirin ku ev parçeyên hanê yên SpaceX´ê ne.

Dawiya Tîrmehê ev parçe hatibûn dîtin. Ajansa Fezayê ya Awustralyayê niha piştrast kir ku parçeyên li gundikekî xwedîkirina pez ê li New South Walesê, yên SpaceX Crew Dragon in. li gorî texmînan, ev parçe 9´ê Tîrmehê ketine. Lewma wê rojê xelkê deverê dengêniyeke teqînê ya mezin bihîstibû û li ezmanan jî kemereke ji rohniyê dîtibûn. Yek ji van parçeyan 3 metroyan mezin e. Li gundikê kesê bi navê Mick Miners hatiye dîtin. Cîranê wî Jock Wallace jî parçeyekî din dîtiye. Rayedarên Awustralyayê li ser pirsa ka ew çi ji van parçeyên keştiya fezayê bikin, gotiye, “herin ji NASA´yê bipirin”.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.