Dirêjtirîn girtina heyvê ya 600 salan

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:48

  • Dirêjtirîn girtina heyvê ya ji 580 salan û vir ve, îro dibe. Li gorî NASA'yê girtina heyvê 3 saet û 28 deqîqe û 23 saniyeyan dewam dike.

Dirêjtirîn girtina heyvê ya ji 580 salan û vir ve, îro dibe. Li gorî NASA'yê girtina heyvê 3 saet û 28 deqîqe û 23 saniyeyan dewam dike. Girtina heyvê li gorî saeta Amedê 9,19 deqîqeyan dest pê dike, saet 11'an digihîje halê xwe yê herî mezin: siya dinyayê dinyayê ser rûyê ji sedî 97°e heyvê digire. Girtina heyvê saet 12:47  deqîqeyan jî bi dawî dibe. Sedema ev qasî dirêjbûna girtina heyvê jî ew e ku heyv di halê xwe yê herî dûr ê ji dinyayê ye. 

Girtina heyvê ji Kurdistanê nayê dîtin. Lê li Ewrûpa, û Bakurê Emerîkayê tê dîtin. Lê heger hûn dixwazin illeh bibînin, gelek malper wê bi teleskopan vê îro zindî biweşînin. Yek ji wan ev e: https://youtu.be/t0M7S1RKHOI

Heger hûn ji vê jî man, êvara 15'ê Gulanê biqulibe 16'ê Gulana 2022'yan heyv tê girtin, vê carê jî nemînin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.