Nîşana The Dartê ji astroîdekê ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:50

  • NASA mîsyoneke çûnûnehatê li dar dixe. Ew maşîneke fezayî diavêje ber bi astroîda Didymos.

NASA mîsyoneke çûnûnehatê li dar dixe. Ew maşîneke fezayî diavêje ber bi astroîda Didymos. Ev astroîd li dora roja me digere, hema li pişt dinyaya me ye. Lê maşîna fezayî wê li bin guhê astroîdê bikeve û venegere. Esas wê li bin guhê astroîda piçûk a vê cotastroîdê bikeve. Didymos ji du astroîdan pêk tê, yek jê piçûk e, navê Dimorphos lê tê kirin, û ya din a mezintir e ku navê xwe li herduyan dike: Didymos. Wezîfeya çûnûnehatê ya maşîna fezayê ya bi navê The Dartê wê li binguhê ya piçûk bikeve. 

Li gorî texmînan maşîna fezayî ya NASA´yê sala bê, di navbera Îlon û Cotmehê de bigihîje armanca xwe. Gava ku gihişt nêzî armancê jî ew ê roketên xwe bixebitîne û li binguhê astroîda piçûk a Dimorphos bikeve. 

Lêkoler dixwazin bipîvin ka tesîra derblêxistina bi qest a plankirî ya rêguherandinê li ser astroîdeke nêzî dinyayê çi ye. 

Didymos qederê 780 metroyî û Dimorphos jî qederê 160 metroyan dirêj e. Gava ku The Dart li hedefa xwe bixe, ew ê qederê 11 milyon kîlometroyan dûrî dinyaya me be. Gava ku The Dart li Dimorphos ket, wê rêya wê neguhere, lê rotaya Dimorphosê ya li dora Didymosê wê hinekî biguhere. Qet nebe ya ku lêkoler li bendê ne, ev e. 

Kesên dixwazin, dikarin hingê zindî li dîmenan binihêrin di ser NASA TV´yê re:

https://www.nasa.gov/multimedia/nasatv/index.html#public

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.