Gelo kunên reş ên kozmîk diteqin?

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 20 Îlon 2022 - 22:30

  • Kunên reş bi qasî ku îro roj zanyar li ser li hev dikin, weke melkesekî dêwane yên kozmîk in.

Kunên reş bi qasî ku îro roj zanyar li ser li hev dikin, weke melkesekî dêwane yên kozmîk in. Ew qasî hecmê wan mezin e ku rohnî bi xwe jî nikare xwe ji wan xilas bike. Lê mirovên li dora me bi pirranî dihizirin ku kunên reş tiştekî nakin, ji xwe re li cihê xwe sekinîne û her gaz û toza li fezayê dikişînin nava xwe. 

Lê gava mirov berê xwe dide wan, em dibînin ku bi carekê, tavilê berdana enerjiyeke gelekî gelekî mezin li wan diqewime. Yanî ev jî dişibe teqînê. Lê teqînên wan ne yekreng û yekawa ne. Ew yan bi xwe xwe diteqînin yan jî hawîrdora xwe diteqînin.

Awayê ku kuna reş xwe bi xwe diteqîne heye. Esas ji xwe kuna reş bi temamî reş jî nîne, astrofizîkvanê navdar Stephen Hawking hê sala 1976´an bi vê hisiyabû. Ji kunên reş radyasyoneke taybet diçe û ji vê re radyasyona Hawking tê gotin. Heger kuneke reş hew materyalan bikişîne nava xwe, di encama vê radyasyonê de, ew her piçûk dibe û dikare bi temamî tine jî bibe. Jixwe kunên reş ên piçûk bi lez tine dibin. Ew ewqasî bi lez û zêde radyasyona Hawking didin der, eynî weke bombeyekê kar dikin. Bi carekê ew gelek gelek radyasyon û zereyan didin der. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.