Her zindî ye dengê Kerîm Kaban

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Çile 2022 - 22:24

  • 14’ê Çile salvegera 6’an a koça dawî ya Hunermendê Kurd Kerîm Kaban e. 

14’ê Çile salvegera 6’an a koça dawî ya Hunermendê Kurd Kerîm Kaban e. 

Ebdulkerîm Celal Mehmûd Ezîz Kaban (Kerîm Kaban) di sala 1927’an de li taxa Şêxan a Silêmaniyê ji dayîk bû. Kaban pêşî li medereseyê perwede bû. Kaban di 7 saliya xwe de li Dibistana Seretayî ya Faysal dest bi perwerdeyê kir û ji ber bala wî li ser muzîkê bû, di emrekî biçûk de derket ser dikê. Di sala 1941’ê de di radyoya Silêmaniyê de stran gotin.

Sala 1945’an ew bû edîtorê beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê. Konsera xwe ya destpêkê jî heman salê li Bexdayê da. Kaseta xwe ya destpêkê, ku ji 8 berheman pêk dihat, bi navê “Rêya Evîndaran” derxist.

20 stranên hunermend hene yên ku wî bi xwe nivîsandine û gotine. Ji nava van, yên herî navdar, “Yaran Wesyetim” , “Şemî Şevan” û “Teman” e.

Pirraniya berhemên Hunermendê welatparêz evîndarî bûn. Kaban ku li pey xwe berhemên giranbuha hiştin, di 14’ê Çileyê sala 2016’an de koça dawî kir lê dengê wî di nav civaka Kurd de hîna jî zindî ye. 

Kaban bi berhem û keda xwe ya di ber hunerê Kurdî de, nemir bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.