Heqîqet ji metirsiyan mezintir e

În 27 Kanûn 2024 - 03:15

  • Sozdar Avesta bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku li ser bingeha azadiyê têkoşînê xurt bikin û got: Metirsî çiqasî mezin jî be îrade û heqîqeta gelê Kurd ji metirsiyan mezintir e.

Endama Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, di bernameyeke taybet a Stêrk TV de axivî. Sozdar Avesta, da xuyakirin ku Kurd û gelên din dikarin bi îradeyeke hevpar li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya demokratîkbûyîna Sûriyeyê de cih bigirin û got:"Tesbîtên Rêber Apo yên salan beriya niha îro yek bi yek derdikevin holê.  Îro li seranserê cîhanê jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn di rojevê de ye û mînaka vê yekê jî Sûriye ye. Têkildarî rejîma BAAS’ê ez dixwazim vê yekê bibêjim; di encamê de Esad dîktatorek bû. Helbet hilweşîna vê rejîmê ji aliyê hemû gelan, weke cejnekê hate dîtin. Em qîmetê didin daxwazên gel û daxwazên gel girîng dibînin. Em baş dizanin ku êrîşên di 27’ê Mijdarê de dest pê kirine, ji bo me peyameke eşkere bûn. Çeteyên SMO’yê yên ji sala 2011’an ve ye dewleta Tirk piştgiriyê wan dike, ji welatên cuda hatine û di rastiyê de endamên DAÎŞ’ê ne êrîşê qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ketina Şamê ya HTŞ’ê ji aliyê welatên weke DYE, Îsraîl û  Îngilîstanê ve hatibû plankirin. Derdê dewleta Tirk cuda bû. Mezintirîn derdê desthilatdariya AKP-MHP’ê Kurd in. Li hemberî gelê Kurd dijminahiyê dikin û ji ber vê yekê roja damezrandina partiya me ango di 27’ê Mjjdarê de piştî dagirkirina Efrîn û Til Rifatê berê çeteyan da Şehbaya ku gel ji wir derbas dibû. Gelê me careke din neçar ma ku koç bike. Êrîşên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî berdewam dikin. Dewleta Tirk a niha hewl dide ku hikûmeta nû li gorî xwe dîzayn bike. Dixwazin hikûmeteke li gorî xwe ava bikin. Sûriyeyê weke qadên xwe dibîne û dixwaze li gorî kêfa xwe tevbigere. MÎT diçe, Wezîrê Karên Derve diçe yanî tim heyetek diçe Şamê. Bi rê û rêbazên cuda bandorê li HTŞ’ê dikin. Dixwaze Elewiyan, Durziyan, Asûriyan, Kurdan û Erebên ne di nava HTŞ’ê de ne biavêje aliyekî û rêxistineke ajan a girêdayî xwe li Sûriyeyê bi cih bike. Zîhniyeta Erdoganê dîktator dixwaze desthilatdariyeke weke xwe û girêdayî xwe ava bike.

Tirsa Tirkiyê pergala demokratîk e

Ev êrîş 13 sal in berdewam dikin. Tevî van yekan jî gelê me rêveberiyeke xweser û saziyên xwe ava kirin. Ev 13 sal in jî girêdayî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û ya azadiya jinan esas digire xwe bi rê ve dibin. Vê pergalê bala hemû cîhanê kişand. Ne tenê Sûriye û Rojhilata Navîn, hemû cîhan vê pergalê ji bo xwe model digire.  Tirsa dewleta Tirk jî modela rêveberiya xweser a demokratîk e, pergala neteweya demokratîk e. Çimkî bi pergala neteweya demokratîk hemû gel dikarin bi ziman, çand, bawerî û cudahiyên xwe bijîn.

Dewleta Tirk dixwaze li hemberî vê yekê bibe asteng. Ji ber vê yekêli ser hev êrîşan pêk tîne.  Êrîşî Til Rifatê, Şehbayê, Minbicê, Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê dike. Dîktatoriya li Enqereyê ji ya Şamê zêdetir e. Jixwe ji ber vê yekê Tirkiye ji bo ku dora guherînê neyê wê dixwaze modela xwe li deverên cuda bisepîne. Lê belê çareseriya pirsgirêkan modeleke demokratîk e. Ger li Sûriyeyê modeleke demokratîk ya hemû gelan, baweriyan û çandan di nava xwe de dihewîne, were avakirin wê demê wê Sûriye ji hemû Rojhilata Navîn re bibe mînak. 

Divê destketî bibe malê Sûriyeyê

Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê weke şoreşa jinê tê binavkirin û wisa ye ji xwe. Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û sîstema wê weke stêrka cemserê xuya dike, ewqasî watedar e. Dema ku êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin, şervanên YPJ'ê li Til Rifatê, li xeta Helebê berxwedaneke mezin raber kirin, hin jê dîl hatin girtin û şehîd bûn. Çete bêexlaqiyeke mezin pêkanîn û şervanan êşkence kirin. Ev yek nîşan dide ku çete çiqasî ji şoreşê ditirsiyan. Ez endamên Meclîsa Jinê ya Zenûbiya, 3 endamên Meclîsa Jinê ya Minbicê yên ji aliyê çeteyên hov ve hatin kuştin, bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim. SMO ji xwe ji çeteyên DAÎŞ'ê pêk tên, hemû berhevkirî ne. Ji ber vê yekê niha armanca wan a sereke têkbirina şoreşa jinê ye, kuştina jinan e, destavêtina jinan e, bi nirxên jinê û mirovahiyê lîstine. Ji bo vê jî jinan hem parastina xwe kirin û hem jî destketiyên xwe yên heyî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê pêşxistin. Divê pêşketina destketiyan bibe malê tevahiya Sûriyeyê. Niha wexte ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê bikeve nava tevgerê û bixebite. Weke Tevgera Jinê em ji vê têkoşîna mezin hêzê digirin û heta dawiyê em destekê didin. Divê jineke bi tenê ya ne rêxistinbûyî nemîne.  

Divê jin ji bo yekîtiyê pêşeng bin

Mijareke din li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yekîtî avakirin gelekî girîng e. Divê jin bi têkoşîna xwe li her qadê pêşengiyê ji vê re bikin. Divê di nava Kurdan de yekîtiyek çêbibe. Li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat jin dibin yek. Ev yek girîng e. Her wiha têkiliyên wan bi jinên ji netewên cuda re hene û li Sûriyê bi jinên Ereb, Asûrî, Durzî û Elewî re dibin yek. Ji ber vê yekê divê jin di vê pêvajoyê de hîn bêhtir rol û mîsyona xwe ya pêşengiyê ya di yekîtiya neteweyî de bicih bînin. Şoreşa jinê şoreşeke hem demokratîk, hem ekolojîk e, hem jî li ser bingeha azadiya jinê û azadiya civakî ye. Ji xwe jin azad nebe civak jî azad nabe. Parastina mafên jinan li Sûriyeyê bi pêşengiya jinên Kurd tê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.