Çîgdem Dogû: Pêwistî bi perspektîfeke kûr heye
Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:50

- Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka dîrokî ya Kurd pêwîstî bi perspektîfeke kûr heye û diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke dan û standinê ye, ne meseleyeke bazariyê ye, lê meseleyeke aştiyeke rastîn e, meseleyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn e.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haber TV bû û pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo destpê kir, nirxand. Çîgdem Dogû got, di demekê de ku pirsa 'Gelo pêvajo xitimî ye?' dihate kirin, pêngava vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê nabe ku ti carî weke hewldaneke ji rêzê bê dîtin, ew hewldan gaveke dîrokî ye.
Çîgdem Dogû anî ziman, ku komên vekişiyan hem ji zor û zehmetiyên mezin, hem jî ji pêvajoyeke îqnakirinê derbas bûn û got, "Ev heval ew hêza gerîla ye ku bi salan li çeperên xwe yên li Bakurê Kurdistanê man û têkoşiyan. Hêzeke gerîla ye ku xwedî motîvasyonekê ye. Îqnakirina van hevalan ji bo vekişînê bêguman gelekî zehmet bû. Ya ku ew îqna kir bêguman pêvajo bû ku Rêber Apo dimeşîne. Bila her kes baş bi vê zanibe."
Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka dîrokî ya Kurd pêwîstî bi perspektîfeke kûr heye û diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke dan û standinê ye, ne meseleyeke bazariyê ye, lê meseleyeke aştiyeke rastîn e, meseleyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn e.
Çîgdem Dogû ragihand ku Rêber Apo bi vê pêvajoyê re hewl dide têgeh û hebûneke nû ya 'Em' biafirîne û anî ziman ku di serî de gelê Kurd hemû gel bi parastina cihêrengî, hişmendî û formên xwe, xwedî stratejiyeke hevparebûna em in. Çîgdem Dogû diyar kir ku ew pêvajoyê weke meseleya bidestxistina çand û demokratîkbûnê dibînin, li Tirkiyeyê gelekî ziyan li vê têgehê bûye û got, "Li ser bingeha civaka demokratîk divê em êdî diyardeyeke 'Em' biafirînin. Hewldanên Rêber Apo ji bo vê yekê ne."
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê bi dewamî anî ziman ku Rêber Apo li gel hemû bûyerên neyînî û gavên nehatine avêtin ji bo serxistina pêvajoyê dixebite û got, "Çima (komîsyon) naçe gel Rêber Apo û pê re nîqaşê nake, lê guhdarî nake?"
Çîgdem Dogû got, ji bo wan mijareke stratejîk e ku Komîsyona Meclîsê li Rêber Apo guhdarî bike û destnîşan kir ku li gel vê yekê divê qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin, pêvajoyeke destûra bingehîn a demokratîk bê destpêkirin û dawiya dawî jî nêzîkatiyeke hiqûqî ya bitunî li pirsgirêka Kurd bê nîşandan.
Çîgdem Dogû işaret bi çalakiyên li Bakurê Kurdistanê kir ku ji bo Rojîn Kabaîş hatin kirin û got, "Weke tevgera jinan me ev yek gelekî girîng dît, gelekî erênî dît. Di vir de israrek heye. Yanî pirsgirêkek heye û biryardariyek jî heye ku bi ser vê pirsgirêkê ve biçe. Eger israr hebe, tu yê encamê bi dest bixe."
Çîgdem Dogû bal kişand ser mijara salvegera damezrandina PKK'ê ku wê di 27'ê Mijdarê de bê pîrozkirin û diyar kir ku 27'ê Mijdarê roja vejîna neteweyî ye. Çîgdem Dogû got, "PKK'ê exlaqek afirand, çandek afirand, felsefe afirand, nirxên bi wate afirand, şehîdên mezin afirand. Ji hevalê Fûat, hevalê Riza ku endamên damezrîner ên vê partiyê bûn, ji şehîdên me yên mezin; nirxên wan ên mezin. Li gel vê yekê bêguman di dîroka PKK'ê de şerekî bêeman qewimî, bi hezaran, bi deh hezaran şehîdên me weke nirxekî mezin hatin afirandin. Vaye hevala Delal, fermandara me ya mezin, Fermandara HPG YJA STarê ked da van salên şer, nirx da û berdêleke mezin da. Di şexsê hevalên Fûat, Riza û Delal de şehîdên PKK'ê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim."
Çîgdem Dogû bang li hemû welatparêzan kir ku 27'ê Mijdarê jî çalakiyan lidar bixin. Çîgdem Dogû têkildarî çalakiya ku 8'ê Mijdarê li Kolnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo mafê hêviyê bê lidarxistin bang kir û got, "Ji bo ev çalakî encamekê bi xwe re bîne û asteke bi bandor bi afirîne, ji 7 heta 70 salî bang li her kesî dikim ku tevlî bibin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN












