- Muzîkjenê Kurd Yûnis Das ku me wî bi koma “Teq û Req” nas kiribû, piştî demeke dirêj bi albûmeke nû derket hemberî muzikhezên Kurdî.
Muzîkjenê Kurd Yûnis Das ku me wî bi koma “Teq û Req” nas kiribû, piştî demeke dirêj bi albûmeke nû derket hemberî muzikhezên Kurdî.
Yûnis Das bi albûma xwe ya nû ya bi navê “Henase” ku tê de 10 stran cih digirin, li ser platformên dijîtal e.
Yûnis Das albûma xwe ya nû bi daxuyaniyeke kurt wiha anî ziman, “Hêvîdar im bi dilê we be û xizmetekê bo muzîka Kurdî bike.”
Navê stranên ku di albûma “Henase” de ne, ev in: “Azadî” , “Belkî” , “Çûk û Gul”, Dûrî Bûrî”, “Heçkû”, “Henase”, “Kerixîm”, “Mij û Berf”, “Tikûtenê” û “Zerya”
NAVENDA NÛÇEYAN