Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (212)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 2 Adar 2024 - 00:47

Wituwêj legel kak Mihemed Xakî le Radyo Diyalog sebaret be kitêbî "Sazmanî Înqîlabî û kurdistan" [1]

1-î Marsî 2021

Mihemed Xakî: Bîneran û bîseranî Radyo Diyalog silawtan 'erz dekem. Bo witwêjêkî tirîş hatûynetewe latan. Çawpêkewtinî em careman legel kak Hesen Qazî ye. Kak Hesen Qazî bo beşêkî zorî êwe ke temaşay mêdyay Kurdî deken çêhre û nawêkî aşnaye, rojnamewan, nûser, wergêr û karî lêkolînewe deka. Witwêjî emcareman legel kak Hesen le ser kitêbêkî zor baş û pir bayex ke bilawî kirdûwetewe be nawî " Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan " e. Em çawpêkewtine taybete bem kitêbe. Kak Hesen giyan silawit 'erz dekem çawim roşin bû.

Hesen Qazî: silawit 'erz dekem kak Mihemed, emnîş çawim roşin. Zor zor memnûn bo ewey ke ew derfetetan pêk hênawe.

Xakî: kak Hesen pêm xoş bû pêş lewe bême ser ew kitêbe zor sipas ke nardtan. Eger bikrê zor kes êwe denasin belam bo neslî nwê eger bikrê bo lawekan le Kurdistan kak Hesen Qazî, xotan û karekantan hêndêk binasênin sipastan dekem.

Qazî:Emin nawim Hesen Qazî ye, le şarî Sablax le şarî Mehabad le dayîk bûm. Êsta nizîkey 50 sale le derewey Kurdistanim belam sereray ew le derewe bûne le rastîda fikr û hizr û mêşkim zor car legel alugorekanî Kurdistan û Iran û ew wilataney dewr u berî ke beşêk le Kurdistanyan tê kewtûwe, tê perîwe. Nizîkey bîst salêke le mêdyay Kurdîda, yanî le têlêvîzyonî reng û dengî Kurdî le çend têlêvîzonêk da karim kirdûwe êsta le têlêvîzyonî Stêrk bernameyekim heye be nawî Rawêj, ke diyare carêkîş şansî ewem hebû ke berêzt lew bernameye da beşdarî bikey we min lewê legel berêzit qise bikem û êstaş bo ewey ziyatir wexit bimênêtewe le ser kitêbeke bidwêyn her be wende besende dekem eger îznit le ser  bê.

Xakî: zor sipasit dekem kak Hesen giyan. Kak Hesen le pêşda bilêm min bo em bername legel çend kesêk meşweretim kirdûwe ke pêwîste sipasyan bikem yek Lew berêzane Dr. Abbas Vali ye.'erzit bikem hoy çî bû ke kewtîte bîrî ew kitêbe ke beşêk lemane be Farsî bû. Çon bû kewtîte bîrî eme ke kitêbêkî wa cêgey le kitêbxaney Kurdîda xalîye?

Qazî:Diyare ewe çendîn hoy heye. Hem hoy 'atîfî, hem hoy siyasî. Le pêşda lewe ra dest pê bikem ke boçî pêwîst bû, nûsînêkî awa, wergêranêkî awa amade bikrê û hebê layene siyasîyekey bas dekem ewîş eweye min bawerim bewe heye ke xebatî gelî Kurd le her beşkî kurdistanî legel eweş ke pêwendîyekî nêwkoyî le naw beşekanî Kurdistanda debê hebê,debê lêk bibestirê Le xebatî sertaserî lew wilataneyda ke beşêk le kurdistanî têkewtûwe. Ca ew têkoşeraney Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûdey Iran be rastîş eger temaşay tarîxî modêrnî siyasî bikeyn le Kurdistan û Iranda emin pêm waye ewelîn hêzin, yekem hêzin, le tarîxî modêrnda bas dekem ke be hoy îsar, fîdakarîyekî tewaw, le xoburdûyekî tewawewe diyare be pêy îdêolojî û bawerî xoyan ke bawerî Maotsê tung, ramanî Maotsê tung bûwe çûne Kurdistanî û le dû beşî Kurdistanê da şeqlî xoyan le xebat be taybetî bizûtnewey çep dawe. Yanî esasî meseleke le rûy siyasîyewe girîngî bo min ewe bûwe ke xebatî gelî Kurd û xebatî sertaserî lew numûneyeda çon lêk bestirawe le cuxrafiyay Iran u Iraqda. Barî 'atîfîyekey ewe bû ke dezanîn le salî 67-68 yan 46-47 î Iranî ya bilêyn hetawîda bizûtneweyekî, raperînêkî çekdarane bo mawey nizîkey salêk ziyatir le Rojhelatî Kurdistan da hebû, le çiyakanî Kurdistan le çendîn nawçe be taybetî nawçey Mukiryan  u Serdeşt û ew layane û yekêk le rêberanî ew cuwalneweye Simaylî Şerîfzade bû ke emin şansî ewem hebû dostayetîyekî nizîkim legelî hebê û wextayek le zanko le Taran deyxwênd emnîş ew serubendî le Taran bûm û paşan le Qeladizê le başûrî Kurdistanîş legel eweşda ke hawmal nebûyn bo maweyekî zor beyekewe bûyn tenanet planî eweman hebû legel kak Simayil û çend hewalêkî dîke hemûman biçîn bo Şûrewî bo ewey lewê bixwênîn, dirêje be xwêndin bideyn belam diyare ewe serî negrit û wabû emin hamtewe Iran. Diyar e emin xom be şexse hîç pêwendîyekî organîk û rastewrastim legel bizûtnewey çekdaraney salî 46–47 nebû belam maweyek ber lewey têkhelçûnekanî pêşmerge û memûranî hukûmet dest pê bika Simayîl carêk hatbûwewe Sablax, hatbûwewe Mehabad bo malî xalî ke xalîşî xawenî kitêbxaneyekî zor meşhûrî şexsîye, Seyd Qadirî Ce'ferî çûm le malî ew dîtim û dîdarêkamin taze kirdewe. Ca mebestim eweye layenêkî dîkey engîzem bo amade kirdinî ew kitêbe bestiranewey 'atîfîye ke nîsbet be Simayîl hembûwe û heme û nuxtey sêhemîş eweye ke le ser bizûtnewey 46–47 lêgerîn û lêkolîneweyekî têr û tesel bew şêweye nekrawe û ewey ke lew kitêbeşda hatûwe de rastîda Sazmanî Inqîlabî Hîzbî Tûdey Iran û be taybetîş nemir Kuriş Laşayî wextêk ke maweyek nizîkey dû ta sê mang legel pêşmergekanî komîtey şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan bûwe katêk gerawetewe Urûpa raportêkî dûr û dirêj u têr û teselî le ser ew bizûtneweye nûsîwe û dawye be sazmanekeyan ewanîş le organî tîorîkî rêkxirawekeyan ke nawî " Tûde"bûwe le jimarey 19 da ew raporteyan bilaw kirdûwetewe diyare ewe be şêwey çap kirawe belam emin webîrm dê salnêkî zor zû pêş rûxanî rêjîmî şa ew demî rehmetî Husênî Dêhkurdî–dezanî Husênî Dêhkurdîş kesêke ke legel Dr. Sadiqî Şerefkendî le rêsturanî Mîkonos le Bêrlîn şehîd kira. Emin ke Legel Husênî Dêhkurdî têkelî û dostayetîm hebû le Bêrlîn ew nusxeyekî êdît nekrawî ew raportey Laşayî pêdam sebaret be Kurdistan ke êstaş debê le arşîvda lay min mabêtewe. 

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.