Li Îlamê 2 Kurd bidarvekirin

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:59

Roja Duşemê girtiyê bi navê Mensûr Mensûrî yê bajarê Serable li girtîgeha navendî ya Îlamê hate bidarvekirin.  

Li gor çavkaniyekî ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtî bi îdîaya “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn.  

Herwiha roja Duşemê girtiyê bi navê Moîn Selahwerzî yê ji  gundê “Heft Çeşme” ya ser bi bajarê Avdananê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate bidarvekirin. 

Ev girtî jî bi îdîaya “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn.

KURDPA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.