Bi hovîtî êşkence lê kirin
Sêşem 26 Adar 2024 - 00:51
Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku hunermend Hesen Kakeyî li bajarê Bokan ji ber xwendina sirûda Cejna Newrozê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin. Her wiha hate diyarkirin ku di roja Şemiya borî de hêzên rejîma Îranê ser bi mala Hesen Kakeyî de girtine û bi awayekî hovane êşkence lêkirine û piştre berdane.
NAVENDA NÛÇEYAN