Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (213)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 9 Adar 2024 - 00:42

Wituwêj legel kak Mihemed Xakî le Radyo Diyalog sebaret be kitêbî "Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan" [2]

1-î Marsî 2021

 Yanî eger koy bikemewe ser yek ew hemû hoyane bûne sebeb ke emin karêkî awa bikem u wekû berêzîşt be durustî îşaret fermû ew kitêbe le ser binemay çuwar kitêbî ke berêz têkoşer û lêkolerewey Iranî Hemîd Şewket nûsîwe û legel çuwar le rêberanî Sazmanî Înqîlabî qisey kirdûwe le maweyekî de sale da, yekem wituwêjî legel Mêhdî Taranî bûwe, wek fermût ewane be Farsî derkewtûn û le her kam lew çuwar kitêbe le rastîda bendêk ya feslêkî taybetî heye sebaret be tecrube û ezmûnî ew têkoşerane le pêwendî legel seferyan bo Kurdistan, xebatî gelî Kurd, têkelî legel rêkxirawe siyasîyekan, têkelî legel kesayetîye Kurdekan û cige lew çuwar kitêbe kitêbêkî têkoşerêkî dîkey Sazmanî Înqîlabî be nêwî Dr. Siyaweşî Parsanejad e ke ew be ciwê nûsîwyetî û le kitêbekey wîşda beşêkî taybetî, feslêkî taybetî le ser ew serdemeye ke ew Le Kurdistan bûwe, le Bekreco bûn û ew duwaye le Helebce bûwe û lewê cige le karî siyasî û tenanet karî nîzamî xizmetî pizişkîşî kirdûwe û şitêkî zor girîngî ke demewê her êsta amajey pê bikem eweye ke Dr. Siyawuşî Parsanejad û têkoşerêkî dîke be nêwî 'Elî Sadiqî ke ewîş le rêberanî Sazmanî Inqîlabî bûwe û nizîkey salêk le Helebce bûn ewe diyare pêş bombaranî şîmyayî Helebceye yanî ewe le salî 1968–1969 buwe yan1969,70 dew maweye da bûwe. Ewe zor çawrakêşe katêk emin ew kitêbem amade dekrid û nûsînekey Dr. Siyawuş Parsanejadim werdegêra be fikrim da hat gutim bilêy ew xizmetaney ew le Helebce kirdûyetî, bîrewerî ew xizmetane duway penca sal le bîr xelkî Helebce da mabêtewe? Fikrêkim bo hat ca refîqêkim heye xelkî Helebce ye, xanimêke le wilaltî Damnark dejî tikam lê krid nameyekim bo nûsî sê çuwar pirsyarim bo nard gutim eger dekrê le xizm û kesukar û aşna u roşnayanî xoy le Helebce pirsyar bika gelo ewan Dr. Siyawuşyan le bîr mawe u zor întêrêsant bû ke çend le têkoşeran û Le danîştûwanî xelkî Helebce wilamyan damewe û le nameyek da nûsîbûyan duway penca sal ew xizmetaney ke Dr. Cewad (lewê nawî Dr. Siyawuş Parsanejad bûwe) Kirdûyetî û tenanet çend karêkî ke kirdûyetî wekû mu'cîze wek,percûyek hatûwete berçaw, le bîrî xelik da mawetewe–ew nameye le kitêbekeda çap bûwe- Ewe hêndêk şitî bû ke le sereta da demwîst le ser kitêbeke le wilamî pirsyarî berêzit da basî bikem.

Xakî: zor spas kak hesen gyan, kak hesen gyan eger dekrê zehmet nebê kitêbeke le ser Sazmanî Inqîlabî û Kurdistane belam bo neslî nwê, bo cewanan ke nezanin Sazmanî Înqîlabî çî bû lew kêşaney beynî Çîn û Şûrewî û le qeyran û buhranêk ke le naw Hîzbî Tûde da pêş hat Sazmanî Înqîlabî lêyan ciya bûwewe eger kurteyekîş le ser ewe bas key.

Qazî: Berêz xakî wek dezanî kitêbeke le ser Sazmanî Înqîlabî nîye, belkû le ser pêwendîy Sazmanî Înqîlabîye legel Kurdistan, belam her wek berêzt zor becê basî ewet kird pêwîstî beweş deka bo kesanêk ke aşna nîn legel rêkixrawî Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûdey Îran şîkirdnewe û tewzîhêkî kurt bidrê. 

Wextayek ke le bizûtnewey cîhanî komonîstîda duway kongirey20-î Hîzbî Komonîstî Îtîhadî Cemahîrî Şûrewî kêşeyek durust debê le nêwan rêberayetî Sovîyet û Çîn da û le rastîda bizûtnewey komonîstî le astî cîhanîda dabeş debê be ser dû blok da, be dû blokî ciyawaz u tesîrat u în'îkasatî ciyawazî ewe leser bizûtnewey komonîstî le nawçey êmeşda, le Rojhelatî Nawerast û le Iran u Iraqîşda xoy nîşan deda. Lew serubendîda wek dezanî le çuwarçêwey daxilî Îranda xoy serkutî siyasî hebû yanî bew manaye ke le salanî 60ekanî zayînî û 70 kanî zayînî,60ekan be taybetî le çuwarçêwey Iranda rêge be çalakî siyasî nededra ca le ber ewe zorbey têkoşan û mubarezî siyasî le derewey wilatda berêwe deçû û be taybetîş de qalbî konfêdrasyonî cîhanî qutabyan û xwêndkaranî Îranî le derewey wilat da. Her wekû basim kird în'îkasî ew alugore siyasîyaney ke le cîhanî derewe da le ser bizûtneweke dekra bo nimûne ew alugorrey ke le Kûba hatbûwe gorê, û her weha ew dabeşbûne le naw hêzî komonîstî cîhanîda ewe tesîrî xoy le ser têkoşeranî siyasî Iranî dehêştewe ke le qalib û le çuwarçêwey konfêdrasyonîşda karyan dekrid. Ca lew pêwendîye daye ke hêndêk le kadrekanî cewanî Hîzbî Tûdey Iran ke le wilatanî rojawayî xerîkî fe'alîyet bûn bo nimûne le Alman û cêgay dîke pêwendî deken legel rêberî Hîzbî Tûdey Îran ew demî dezanîn ke merkezîyetekeyan le Almanî dêmokratîk, Le Almanî Rojhelat bû, pêwendî legel ewane deken coreyek diyalogyan legel saz deken u rexnekanî xoyan dehênne gorê. Rexney esasî ew gencane ewe debê ke rêberayetî Hîzbî Tûde Iranî becê hêştûwe û be leberçawgirtinî ewey ke rasteurast bestirawetewe be amojgarîyekan û siyasetî dewlletî îtîhadî Cemahîrî Şûrewî ewe le hêlî xebatî xelkî xoy lay dawe ca boye esasî kareke debê ewe bê rêberayetî her rêkxirawêkî siyasî ke bîyewê be şêweyekî cîdî le dijî rêjîmî şahenşahî xebat bika debê le daxilî Iranda bê.

dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.