Bermal Çem, bi boneya salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, klîbeke bi navê “Henasa Şoreşê” derxist. Bermal Çem got, bingehê hest, stran û berhemê ji şoreşa ku şehîdan ava kirî tê û wê lewma strana xwe kiriye diyarî ji Şehîdên Şoreşa Rojava re.

Bermal Çem diyar kir ku wê xwestiye dema derketina stranê û salvegera şoreşê yek be û derheqê strana xwe de got: “Şoreşa Rojava ji cîhanê re bû mînak. Lewra şoreşeke wisa bû ku gelek zarok, ciwan, jin, dayik û bav di eniyên şer de bi hev re şehîd bûn. Lê li ber hêzên faşîst ên mîna DAIŞ’ê û dewleta Tirk şoreşeke fedaiyane û bêhevta pêk hat anîn. Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinan (YPJ) û gelê me şoreş pêk anî. Min jî xwest bi rêya stranekê pariyek be jî bibim deng ji hestên şervanan re, van nirxan parve bikim. Bingehê hest, stran û berhemên me hemûyan ev şoreş e. Bêguman yên hestên şoreşê gihandin dîrok û siberojê û ev şoreş gihand cîhanê hemûyî, şehîdên me ne. Ev şoreş hêj dewam dike. Lewma huner, şer û jiyan bi hev re dewam dikin. Em van bi hev re dihûnin. Di salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ez strana xwe dikim diyarî ji şehîdên Rojava hemûyan re.”

Medya Doz gotinên klîbê nivîsîne, muzîka wê jî Bermal Çem, sererastkirina wê jî Hadî Morardî kiriye. 

NAVENDA NÛÇEYAN