Hembêzkirina Koronayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 27 Nîsan 2021 - 05:24

Li Brezîlya piştî meha Adarê deriyên xweytîxaneyan (mala miqatebûna li kal û pîran) hatibû girtin û kes nikaribû biçûya serdana xizmên xwe. Ji kesên ku li xweytîxaneyan dixebitin re jî hat gotin, ew bi ti awayî nêzî nexweşan nebin û destê xwe bi wan nekin. Lê piştî 5 mehan di Tebaxa çûyî de bi “perdeya hembêzkirinê” destûr dan ku Rosa Luzia Lunardi ya 85 salî ji hêla hemşîreya bi navê Adriana Silva da Costa Souza were hembêz kirin. Rosa piştî 5 mehan cara ewilî bû ku kesek hembêz dikir. Ev hembêzkirina wan wek hembêzkirina bi dostanî ya Covîd-19 ê hat binavkirin. Ji bo ew karibin hev du hembêz bikin di navbera wan de perdeyek hebû û navê vê perdeyê perdeya hembêzkirinê bû. Wênegir û nûçegîhanê Danîmarkî Mads Nissen vê kêliya hembêzkirina wan bi fotografekî wiha qeyd kir û dijwariya koronayê nîşanî dinyayê da.

Fotografê “Hembêzkirina Ewil” yê Mads Nissen di “Pêşbirka Fotografên Çapemeniyê yên Dinyayê” ya 2021’an de bû fotografê yekemîn. Endamê jûriyê yê pêşbirkê Kevin WY Lee ji bo fotografê “Hembêzkirina Ewil” got; “Dîmenê îkonîk yê Covîd-19 ê. Windakirin, hezkiriyên min, veqetîn, mirin û tiştê herî girîng jî xwe bi jiyanê ve girtin, ev hemû di dîmenekî de hatine gel hev; min wiha şirove kir. Heger hûn bi awirekî baş li vî fotografî binihêrin hûn ê firrîn û nîşaneya hêviyê bibînin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.