Ji wekheviyê re 135 sal man

Duşem 8 Tebax 2022 - 21:33

  • Li gorî rapora Forûma Aboriyê ya Cîhanê ji bo wekheviya zayendî divê jin 135 salan têkoşînê bikin, heta ku bikarin wekheviyê pêk bînin.

Li gorî rapora Forûma Aboriyê ya Cîhanê ji bo wekheviya zayendî divê jin 135 salan têkoşînê bikin, heta ku bikarin wekheviyê pêk bînin. Tê gotin ku ew valahiya heye ji ber vîrûsa koronayê û şer û krîzan bêhtir firetir bûye.

Forûma Aboriyê ya Cîhanê agahiyên rapora xwe li 156 welatên cîhanê kom dike û piştre dinirxîne û daneyan tîne beramberî hev. 

Rapora Forûma Aboriyê ya Cîhanê rêzbendî ji bo wan welatên ku herî zêde wekhevî di nava zeyandan de heye çêkiriye. Di heman demê de rêjeya wan welatên ku herî kêm wekheviya zayendî û dadperwerî heye, eşkere kiriye.

Li gorî raporê di warê wekheviyê de Îtalya û Fînlandiya li pêş in. welatên li paş jî Efxanistan, Yemen, Iraq, Pakistan, Sûriye, Kongo, Îran, Malî û Çad: in.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.