Li Şamê şewba berazan û çûkan 

Nûçeyên Cîhan

În 20 Çile 2023 - 01:05

  • Li nexweşxaneyê kesên bi vîrûsên Covid-19, şewba berazan û şewba çûkan ketine hatine tesbîtkirin, hatine tesbîtkirin.

 

Rêveberê Nexweşxaneya Zanîngeha El-Mûesat a li paştexta Sûrî Şamê, çarşema bihurî da zanîn ku wan nexweşiyên ji ber vîrûsa şewba berazan (SIV) û şewba çûkan tesbît kirine. Raporên ku bi rengekî derketibûn holê, heyva bihurî digotin, ku hin welatiyên li Sûrî bi van vîrûsên navbirî ketine. 

Niha rêveberê Nexweşxaneya Zanîngeha El-Mûesat a li Şamê, Îsam El-Emîn ji malpera nêzî hikûmetê “Athar Press” re peyivî û got, li nexweşxaneyê kesên bi vîrûsên Covid-19, şewba berazan û şewba çûkan ketine hatine tesbîtkirin, hatine tesbîtkirin.

Wî her wiha da zanîn ku ev nexweş li nexweşxaneyê nehatine dermankirin, ji ber ku ev rewşên nexweşiyê yên “nerm” bûne.

Çavkaniyekî jî ji North Press re gotiye, gelek rewşên ketina bi şewba berazan, li nexweşxaneyên cihê yên Heleb û Şamê hatine tesbîtkirin.

NORTHPRESS/ŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.