Qehremanên tenduristiyê yên Rojava 

Şemî 17 Nîsan 2021 - 03:09

  • Dr. Wilk: Mirovên li Rojava bi awayekî hewarê li benda vaksînan in, da ku ji krîzê derkevin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî bi awayekî zelûl erê kiriye ku meha Gulanê vaksînan bişîne Rojava jî. Lê mîqdara van vaksînan ewqasî kêm e ku mirov tenê dikare weke destpêka qonaxeke vaksînkirinê binirxîne.

Dr. Michael Wilk ê ku ji Elmanyayê bi awayekî bi rêkûpêk ji bo alîkariya nexweşxaneyên Heyva Sor a Kurd diçe Rojavayê Kurdistanê niha li nexweşxaneya taybet ji bo Koronayê ya li Hesekê ye. Ew dibêje, xebatkarên li nexweşxaneyê bi rîskeke zêde mezin a ketina bi covid-19'ê re rûbirû ne. Ji ber wê jî bang li xelkê, nexasim li Elmanyayê dike da ku alîkariya maske, derman û vaksînan bi van qehremanên tenduristiyê yên li Rojava re bikin.

Di peyama xwe ya dawî de ev bijîşkê destwerdana rewşa hewarê yê ji Wiesbadena Elmanyayê dibêje, pêdiviyeke bi lez bi maskeyên FFP2, testên bi lez û vaksînan heye. Ew alîkariya vaksînan a ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî soza wê ji bo meha Gulanê daye, weke destpêkeke kêm terîf dike. 

Ew dibêje, halê hazir ti kes li Rojava vaksîn nebûye, yanî derziya parastina ji vîrusa korona li ti kesî nehatiye xistin û hejmara nexweşan jî her roj tevî tevdîrên koronayê zêde dibe. Dr. Wilk herî zêde balê dikişîne ser rewşa xebatkarên tenduristiyê ku ji bilî nebûna vaksîne, her wiha bi derfetên pirr kêm dixebitin û wiha dewam dike: "Xebatkarên li vir dixebitin, di bin şert û mercên kêmderfetiyê de kar dike. Ev maskeyên FFP2 ku niha yek ji wan li ser devê min e, û min karî çendekan bi xwe re jî bînim, li vir berê kêm bûn û niha jî kêm in. Yanî mirovên li vir di nav şert û mercên welê de kar dikin ku ji bo wan jî rîska ketina bi vîrusê gelekî zêde dike. Li vir ti kes nehatiye derzî kirin, vaksîn kirin. Mirovên li Rojava bi awayekî hewarê li benda vaksînan in, da ku ji krîzê derkevin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bi awayekî zelûl erê kiriye ku meha Gulanê vaksînan bişîne Rojava jî. Lê mîqdara van vaksînan ewqasî kêm e ku mirov tenê dikare weke destpêka qonaxeke vaksînkirinê binirxîne." 

38 nexweşên giran

Ji bo rewş dawî ya li nexweşxaneya Covid-19'ê ya li Hesekê, wî di peyam xwe ya dawî ya 15'ê Nîsanê de got, "Halê hazir li klînîkê 38 nexweşên giran hene. Weke derman tenê oksîjen, hexametapol û kortîbrît tên dermankirin. Ji vê û wêdetir derfeteke dermankirinê ji ber sedemên teknîkî nîne. Ji ber ku bêhdanûstandineke sunî ne ji derve û ne jî ji hundirê bedenê ve ne mumkin e. Kesê ku bi vê dermankirinê rehet nebe, dimire. Ev jî her roj diqewime. Yanî rewş felaket e." 

Tevdîr hene lê pêketî zêde dibin

Xelk herçend li gorî tevdîr û qedexeyên ji ber şewba Covid-19'ê ya Rêveberiya Xweser tevbigre jî, her roj mirov bêhtir bi nexweşiyê dikevin. Hejmara nexweşên giran zêde dibe û her roj çend mirov ji ber nexweşiyê wefat dikin. Dr. Wilke li ser mijarê dibêje, "Halê hazir li Rojava qedexeyeke derketina derve ya hişk heye. Her tişt girtiye. Dikan girtî ne. Rêyên ku mişt in, niha bi qasî mirovan bitirsînin bê kes û kûs in. Xelk li gorî tevdîran tevdigerin. Lê dîsa jî pêla pêketiyan bilind dibe. ji ber wê jî her roj li vir bêhtir nexweş tên qebûlkirin." 

Alîkariya Rojava bikin

Dr. Michael Wilke bang li xelkê li Elmanyayê kir da ku Rojava tenê nehêlin û bi lez alîkariya wê bikin: "Alîkarî li vir bi lez û bi hewarî lazim e da ku mirovên li vir bi van derfetên pirr kêm têbikoşin û tenê nehêlin hiştin. Alîkariya Rojava bikin."

Neheqiya civakî ya bi vaksînan


Di hevpeyvîneke bi beşê Elmanî yê ANF'ê re 14'ê Nîsanê Dr. Wilk bal biribû ser neheqiya di dabeşkirina vaksînên Covid-19'ê li donyayê û gotibû: "Heta niha li dinyayê, ji sê paran diduyê vaksînên hatî kirin, ji 6 welatan re hatine şandin. Li deverên din agir bi xelkê ketiye, li vir li Rojava jî wisa ye. Vaksîn bi lez lazim in, testên bi lez li ber destan nînin. Maskeyên FFP2 jî kêm in. Xebatkarên li vir bêyî vaksînkirî bin nexweşên ku dibin sedema pêketinê, derman dikin."

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.