Tevdîrên koronayê cidî ne li Rojava

Çarşem 7 Nîsan 2021 - 03:57

Berdevka fermî ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê, Rojîn Ehmed bang li xelkê kir da ku tevdîrên xweparastina ji vîrusa koronayê pêk bînin. Wê da zanîn ku pêla sêyemîn a vîrusê xeter e û bi lez belav dibe.

Di encama bilindbûna pêketiyên vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî li ser Qamişlo, Hesekê û Reqayê ferz kir, her wiha qedexeya beşî jî li tevahî herêmên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fez kir û ji 6’ê Nîsanê ve ev biryar dikeve piratîkê.

Berdevka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed li ser mijarê got: "Di vê dema dawî de, bîlançoya pêketî û miriyên ji ber vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe. Ji ber di rojê de li Qamişlo 80 kes bi vîrusa Koronayê diketin û gelek jî dimirin. Desteya Tenduristiyê ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bigire, careke din qedexeya derketina derve ferz kir."

Rojîn Ehmed wiha domand: "Sedema ku careke din vîrus li herêmê belav bûye de, derketina pêla sêyemîn a vîrusa koronayê, xetera wê û lezbûna belavbûna wê di nava ciwanan de ye."

Rojîn Ehmed li ser biryara qedexeyê jî got, "Divê ne tenê ev biryar bi gotinan be, lê belê divê bi pratîkî pêk were." Rojîn Ehmed diyar kir ku WHO’yê biryara da ku bi rêya hikûmeta Şamê di meha 5’ê de derziyên Koronayê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û 10 milyon derzî ji Sûriyê re amade kirine, jê jî 10 hezar derzî ji bo herêmên Rêveberiya Xweser in û wiha domand: "Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ev biryar red kir. Ji ber ku, heke derzî ne di bin çavdêriya Rêveberiya Xweser de bin, dê metirsiyên tenduristî ji vê derziyê hebin û dê li gel şêniyan fikaran çêke."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa Koronayê 10 hezar û 404 kes in, jê 389 mirine û hezar 327 baş bûne.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.