Piştî koronayê konser

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Nîsan 2021 - 03:55

Li hin welatan ji bo koronayê tevdîrên nû tên girtin lê li hin welatan jî korona ber bi dawiyê ve diçe û her tişt vediguhere rewşa berê. Piştî normalbûnê li Zelandaya Nû konsereke 50 hezar kesî hate lidarxistin.

Zelandaya Nû yek ji wan welatan e ku li hember şewba koronayê bi baldarî li ber xwe da û nehişt korona li welatê wan belav bibe. Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern, berê jî daxuyanî dabû û gotibû, wan li Zelandayê korona têk biriye û jiyan vediguhere rewşa berê.

Piştî koronayê li Eden Parkê ku stadyûma herî mezin ya Zelandaya Nû ye, konsereke 50 hezar kesî hat lidarxistin. Koma muzîkê ya bi navê Six60 konserekê da û stadyûm bi mirovan tije bû. Di vê konserê de maske nehatin bikaranîn û mesafeya ji bo koronayê jî hat rakirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.