NESRÎN ŞÊXO/ANHA/HELEB

 

Tembûr di çanda gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e. Nexasim ku 4 hezar sal beriya mîladê li Mezopotamyayê hatiye çêkirin û bi çanda Kurdan ve hatiye girêdan. Di dîrokê de şêweyê tembûrê gelek caran guheriye û bi gelek nav lê hatine kirin. Sûmeran navê ‘qunur’, Kenaniyan navê ‘qîsare’, Yewnanan navê ‘bandûr’ lê kiriye, li Qefqasyayê jî bi navê ‘bantûrî’ hatiye nasîn. Fars, Kurd û Ereban jî navê ‘tembûr’ lê kiriye.

Nûr Mihemed a 21 salî, ji gundê Sînko yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ye. piştî dagirkirina bajarê xwe, koçî Helebê kiriye. Ev 7 sal in li tembûrê dide, hem jî hezkiriyên vê amûrê perwerde dike û hewl dide çanda tembûrê belav bike. Nûr Mihemed li Navenda Çand û Huner a Efrînê di destpêka 2016`an de dest bi fêrbûna tembûrê kiriye û 2 salan perwerdeya xwe domandiye.

Ji 2016`an heta 2019`an beşdarî ti şahî yan festîvalan nebûye û pirraniya dema xwe ji bo perwerdeya li malê û navenda çandê veqetandiye. Bi wî rengî ew bûye pispora lêdana muzîka Kurdî û Erebî li ser tembûrê. Nûr Mihemed dibêje, wê di 14 saliya xwe de dest bi rêwîtiya xwe ya bi tembûrê re kiriye û ew bi saya desteka dayika xwe gihiştiye vê asta pisporiyê.

 

Koçberî û hevaltiya bi tembûrê re

Di dema dagirkirina Efrînê 18`ê Adara 2018`an de, Nûr Mihemed tevî tembûra xwe ji Efrînê derdikeve û ew dibe hevala wê ya rêwîtiya koçberiyê. Heta digihêje bajarê Helebê jî dev jê bernade. Ew di 15`ê Hezîrana 2022`yan de dibe endama Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a li taxa Şêxmeqsûdê û di nava Koma Şehîd Vejîn de cih digire. 

 

40 zarokan perwerde dike

Nûr Mihemed got; “Bi tevlêbûna min re, êdî ez beşdarî şahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bûm.” Wê di şahiyên li her du taxan de bi taybetî di Newroz, 8`ê Adarê û Festîvala Şehîd Berçem (2022) de cih girtiye û xelat wergirtine.

Nûr Mihemed ji nava hemû amûrên muzîkê, wê tembûr hilbijartiye. Piştî ku ew tev li Navenda Hîlala Zêrîn bûye, dest bi perwerdekirina 40 zarokan bi awayekî teorîk û pratîk kiriye. Ew tembûrê wek tiştekî sereke di jiyana xwe de dibîne û pê hestên xwe derdibirre. Ew dibêje, xwendin û lêdana tembûrê di jiyana wê de xwedî heman girîngiyê ne û wextê xwe bêhtir bi tembûr û xwendinê derbas dike.