- Ji ber vê yekê tê gotin ku ew bi zanebûn tawanbar kirine û ev yek anîne serê wî. Belkî jî ji ber vê rewşê wî wiha nivîsîbû di helbesteke xwe de, “Em hemû di nav ritamê de dijîn, lê hinek ji me li stêrkan dinihêrin.”
Banksy, zêdetir bi wêneyên xwe yên li kolanan tê naskirin û her tim bi van wêneyên xwe balê dibee ser mijarên civakî, niha jî dixwaze hepsa ku Oscar Wilde lê mabû ango “Hepsa Reading”ê bikire. Banksy ji bo hepsê bikire got, ''Ez dikarim 10 milyon sterlîn bidim'' û gelek siyasetvan, aktîvîst û hunermend jî piştgirî da vê pêşniyaza wî. Banksy, dixwaze hepsê bike navenda huner û bi vê armancê wû wir bi kar bîne.
Banksy, ji bo helbestvan Oscar Wilde got, “Ji bo sêhrê pêk bîne du fikrên dijber anîn gel hev, ji ber wê, ew ezîzê ber dilan e. Dixwazim wî ciyê ku wî tine kiriye vegerînîm stareke hunerê. Ev fikir dike ku ez xwe baş hîs bikim û em mecbûr in tiştekî wiha bikin ji bo wî.”
Helbestavanê ‘serdema viktorya’
Helbestvan Oscar Wilde yek ji wan helbestvanên jêhatî bû û li pey xwe gelek helbestên xweşik hiştin. Ji ber ku “bêexlaqî” kiriye (wî çaxî bi îdîaya ku Wilde nêremo ye, tê girtin) di navbera salên 1895 û 1897’an de di hepsê de dimîne. Dema ev bûyer pêk tê, li Ingilistanê ew dema ku jê re dibêjên “Serdema Viktorya” bû. Wî çaxî kesekî bi awayekî baş li huner mêze nedikir û huner tenê ji bo şahî û kêfê bû. Wekî din ti peywireke din a huner tine bû.
Her wiha helbestvanên wek Oscar Wilde, ku bi pênûs û hişmendiya xwe li hemberî vê serdema sexte ya ku civak ber bi rizîbûnê ve dibir, zêde nedihatin hezkirin.
Ji ber vê yekê tê gotin ku ew bi zanebûn tawanbar kirine û ev yek anîne serê wî. Belkî jî ji ber vê rewşê wî wiha nivîsîbû di helbesteke xwe de: “Em hemû di nav ritamê de dijîn lê hinek ji me li stêrkan dinihêrin.”
Balada hepsa Readingê
Wilde ji dil jî li stêrkan dinihêrî û ew bi helbesta xwe re mijûl bû. Wî bala xwe neda gotegotên beredayî û li hepsê demeke baş derbas kir. Di hepsê de ji hezkiriya xwe ya kevn re gelek name şandin û ev nameyên wî yên bi navê “De Profundis” weke pirtûk hatin çapkirin. Lê Wilde herî zêde bi helbesta xwe ya “Balada Hepsa Readingê” tê naskirin. Helbesteke dûr û dirêj e. Gava Oscar Wilde di hepsê de ye, kesekî nas dike, ev kes leşkerê bi navê Charles Thomas Wooldridge (30 salî) ye. Woolridge, hezkiriya xwe bi kêrê kuştiye û bi vî awayî hatiye girtin. Piştî çend mehan jî li hepsa Readingê tê bidarvekirin. Helbest li ser vî kesî ye û piştî Wilde ji hepsê derdikeve vê helbesta xwe ya dirêj dinivîse.
Ji bo hepsê bikire wêneyekî nû çêkir
Banksy, ji bo pereyê hepsê kom bike, li ser Hepsa Readingê wêneyekî nû çêkir û dixwaze bi pereyê vî wêneyî, hepsê bikire. Di wêneyê Banksy yê li ser dîwarê hepsê de mirovek heye ku ji pelên kaxizî ji xwe re werîsek çêkiriye û dixwaze ji hepsê bireve. Her wiha daktîloyeke ku Oscar Wilde û helbestvaniya wî bi bîr tîne jî bi serê werîsê ji kaxizan ve kiriye. Ev daktîlo nîşaneya rizgarbûna Oscar Wilde ye. Banksy, niha dixwaze şablonê vî wêneyî bifiroşe û dahata wê jî ji bo hepsê bi kar bîne. Ev berhema bi navê “Climbing Rope” (Hilkişîna bi werîs ve) li “Muzeya Bristol” û li hin galeriyan hate nîşandan.
‘Heger qebûl nekin sûc e’
Derhênerê huner ê Şanoya Rabble ya Readingê, Toby Davies jî ji BBC’yê re axivî û got, ''Divê wezareta dadê vê daxwaza Banksy erênî bibersivîne, heger neke em ê vê reaksiyona wan wek sûc bihesibînin. Tişta ku Banksy dixwaze ji bo raya giştî ye û her wiha ev pere dê ji bo wezareta dadê were bikaranîn. Pereyekî hindik nîne û divê vê daxwaza wî qebûl bikin. Heger ew vê daxwaza wî qebûl nekin û red bikin, ez ê wek sûcekî bibînim vê helwesta wan.''
Beşek ji helbesta “Balada Hepsa Readingê
Baş guh bidin van gotinên min
Her kes dikare bikuje hezkiriya xwe
Hinek dikujin bi awirekî
Hinek bi gotinên qeşmerî
Yên tirsonek bi maçekê
Yên leheng dikujin bi derbên şûran.
Hinek dikujin bi ciwanî
Hinek dikujin bi extiyarî
Hinek jî bi destên şehwî
Hinek jî bi destên zêrîn
Yê dilovan bi kêrê dikuje.
Ji ber ku zû sar dibe kuştiyê bi kêrê.
LONDON