Helbesta Kurmancî nayê naskirin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 5 Kanûn 2021 - 23:03

  • Rêbîn Mihemed: Navbera xwînerên Başûr û helbesta Kurmanciyê pirr xirab e, rewşek kambax û mirovî aciz dike, heye. Çima li Başûr Helîm Yûsif û Mihemed Uzun tên naskirin, ev piroblemeke mezin e. Diviyabû wergêr û Kurmancîzanên Başûr her tenê li ser çend navên diyarkirî nesekinîbana.

ARDÎN DÎREN

Rêbîn Mihemed beriya bi 28 salan li navçeya Çomanê hatiye dinê, Çoman bajarokekî nêzî Rojhilatê Kurdistanê ye, ji mêj e ku Rêbîn li Soran dimîne, navçeyeke ser bi Hewlêrê. Tevî kar û barên dinyayê li înstîtûyekê dersa Kurdolojîyê jî dide û mamosteyê zimanê Kurdî ye. Bi gotina wî, ji bilî ziman, wergêr û edebiyata Kurdî, ew aşiqê huner û muzîka Kurdî ye jî. Ji zarokatiyê ve stranan dibêje û her wiha saz û ûdê dijene. Rêbîn herî dawî pirtûka helbestan ya Berken Bereh a bi navê “Min Dîroka Xwe Divê” ji Kurmanciyê wergerand Soranî û niha dixwaze birrek helbestên din ên bi Kurmancî wergerîne Soranî.

Em bi Rêbîn re derbarê wergerê de axivîn û me jê çend pirs kirin, wî jî bi dilnizmî bersiva pirsên me da.

Rêbîn tu bêhtir ji Kurmancî werdigerînî Soranî, werger ji bo te çi ye?

Werger yan em bêjin, wergerandin, bi têgihiştina min, afirandin û xulqandin e, her metneke edebî ku tê wergerandin, careke din afirandina metneke taze ye, li ser vî esasî divê bê gotin ku werger karekî gelekî sext û dijwar e. Berê Îtaliyan ji bo wergerê digot, traduttore-traditore; maneya karê wergerê, bêbextî ye, ev gotin ji ber taybetmendî û hestiyariya vî karî hatiye gotin, her derheqê vê yekê de Şilayermaxer dibêje, “Karê wergêriyê, weke karê xizmetkariyê ye ku xizmeta du kesan dike.” Mebesta Şilayermaxerî di vir de ev e, divê wergêr bi neçearî an xizmeta zimanê orîgînal bike an jî xizmeta zimanê wergêrî bike. Lewra anîn û veguhastina metnekê ji kulturek bo kultureke din, ji endêşeyek bo endêşeyek din, ji zimanek bo zimanekî din, bêguman mesûliyeteke giran û mezin e, ew kes kêm in ku di asta vê mesûliyetê de ne. Herwiha em dikarin bibêjin, werger huner e, yê ku metnekê werdigêrîne ser zimanekî din, weke ku çîrokek yan jî helbestekê binivîsîne. Gava mirov bi wergerandina metnekê mijûl dibe, weke ku di karxane û kargehê de dixebite, yan di kurs û waneyeke giring a hînbûna zimanekî din de ye. Tevî van tiştan di vê pêvajoyê de, wergêr gelek teknîk û kereseyên metna baş jî nas dike. Bo mînak gava wergêr bi wergerandina romaneke Dostoyevskî mijûl e, di heman demê de, wergêr di ezmûn û kurseke fikrî, wêjeyî, kulturî, psîkolojî û zimanî de ye. Di dawiyê de divê em bêjin, xwendina herî kûr û hûr, wergêr dikin gava ku ew dest bi wergera metn û berhemên nivîskî dikin.

Gelek helbestavanên Kurd hebûn ji bo wergerê, gelo te çima helbestên Berken Bereh neqandin? 

Piştî ku di Îlona 2017’an de ji Başûr ber bi bakurê welat ve bi rê ketim bi mebesta xwendina masterê, xewna min ev bû ji nêzîk ve helbestkarên nûjen yên Kurmanciyê nas bikim û xwe bigihînim pirtûkên wan. Destpêkê min biryar de ji nifşa Tîrêjê dest pê bikim, dibe ku gelek sedem hebin, lê herî zêde helbestên Berken Bereh ketin dil û bîra min, eşkere ye, pirr kêm in ew helbestkarên ku mîna Berken Bereh temenekî dûr û direj di xizmeta helbesta Kurdî de derbas kiribin. Meseleya ziman, li ba min girîng e, Berken Bereh bi Kurdiyeke pak û rewan dinivîse. Li hêla din meseleya naveroka helbestên wî ye, jixwe ev deh sal zêdetir e li Başûr helbesta siyasî nayê xwendin, asta pêşwazîkirinê ji helbesta siyasî ne wekê berê ye, em baş dizanin Berken Bereh zêdetir helbesta siyasî dinivîse, lê ji bo min pirr girîng e ku xwînerê Soranîaxêv bi rêya helbestên Berken Bereh, bi zilm û zora li ser gelê me li Bakur, meseleya asîmîlasyon û zebr û zora ku li ser zimanê Kurdî heye li Bakur, bihese. Xuya ye helbestên Berken Bereh pitir di vê çarçoveyê de dizivirin, lewra bi ya min xebatên wisa ne tenê yekîtiya zimanî û edebî xurttir dikin, belkî yekîtiya neteweyî jî xurttir û bihêztir dike.

Herwiha dixwazim bêjim, bi mixabinî wan çend salên dawî li Başûr yan em bêjin, di nava xwînerên Soran de, tenê hin romanivîs û çîroknivîsên Kurmancî tên naskirin, sedema wê jî ev e ku wergêr û Kurmancîzanên Başûr heta niha berê xwe nedane helbesta Kurmanciyê, yanî ji bilî xebatên Hejar Mukriyanî ku du hewlên mezin û pîroz in, ew jî şerha dîwana Cizîrî û bi Soranîkirina Mem û Zîna Xanî ye. Wekî din di helbesta nûjen de ti hewl û wergerandineke di helbesta Kurmanciyê de nahatiye kirin. Lewra ez bi vê valahiyê hesiyam û min bi helbestên Berken Bereh dest pê kir. 

Di navbera du şêwezarên Kurdî de tişta herî zêde zora li te dike çi ye? Di pêvajoya wergerê de tu ji çi aciz dibî û çi te kêfxweş dike?

Jixwe, veguhestin û wergerandina di navbera du şêwezaran de, gelekî cuda ye bi berawird bi wergera navbera du zimanan de, wergera diyalektî ji gelek hêlan ve hêsantir û rehetir e. Heger em Soranî û Kurmancî weke mînak nîşan bidin, jixwe ev du şêwezar ne ewqasî dûrî hev in, tiştekî taybet ku zorê li min bike, tine ye. Ez li gel Kurmanciyê gelekî rehet im, rast e gelek caran, gava ku rastî peyveke xerîb yan biwêjeke taze têm, hinekî min diwestîne, lê di dawiyê de ew westiyan jî xweşiyekê li pey xwe dihêle. Lê bi giştî karkirin di wergerandina helbesta zimanekî din de, karekî pirr giran e. Helbestvan Merwîn dibêje, “Gelek kes wiha difikirin ku wergera helbestê dijwar e, lê ya rast, ne ku tenê dijwar e, belkî mistehîl e.” Di vir de mesele ne ziman û peyv e, weke janr, helbest cureyekî hûr û kûr e, bi taybet di helbesta nûjen de, helbestkar şerê ziman û fikrê dike, hemû hewl û şiyanên xwe yên edebî, derûnî, fikrî, zimanî di çend hevokan xirve dike, lewra li vir wergerê baş xuya dibe. Gelo çawa dikare wan girêk û bendan veke, çawa dikare helbestê ji zimanê duyem li ber bejna zimanê xwe bike, bi awayekî ku ti mij û dûmanê li hemberî tabloya helbestê peyda neke.

Ez bawer dikim tu bi weşanxaneya “Balinde” re dixebitî. Piştî ku te pirtûk ji Kurmanciyê wergerand Soranî, xwîneran wergêra te eciband gelo? 

Vebûna Balindeyê pirr giring bû, beriya bi çend salan li Başûr ti weşenxaneyek amade nedibû pirtûka helbestan çap bike, lê cihê dilxweşiyê ye, di demeke nêz de dê weşanxaneya Balindeyê komek ji pirtûkên pirr bedew ên ji helbestan a ji 26 pirtûkan, pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî bike. Sala bihûrî gava ku çend heb ji helbestên Berken Bereh ji bo malpera wê re şand, gelekî dilxweş bûn û her wê demê ji min re gotin, dixwazin gulbijêrek ji helbestên vî helbestkarî tu bi Soranî amade bikî, ev bû min amade kir û di pêşengeha nêvnetweyî ya Silêmaniyê ya îsal de ya ji 19’ê Mijdarê heta 27’ê Mijdarê, gulbijêra me bi navê “Min Dîrokî Xomim Dewê” ket destê xwînerên Soran. Bi ya min hêj zû ye ku em biryarê bidin ka gelo xwîneran çawa dîtiye, lê biraderên Balindeyê hewldaneke baş nîşan dan û bi wergerê dilxweş bûn. Me biryar daye ku em vî karî bi hev re dewam bikin û wergerên ji Kurmanciyê bo Soranî bidomînin.

Li Başûrê Kurdistanê helbestvan û helbestên Kurmanciyê çi qasî tên xwendin û naskirin? Rewşa wergerê çi ye?

Ya rastî, navbera xwînerên Başûr û helbesta Kurmanciyê pirr xirab e, rewşek kambax û mirovî aciz dike, heye. Sedemên vê gelek in, cihê pirsê ye ka çima li Başûr tenê Jan Dost, Helîm Yûsif û Mihemed Uzun tên naskirin, ev piroblemeke mezin e. Diviyabû wergêr û Kurmancîzanên Başûr her tenê li ser çend navên diyarkirî nesekinîbana, hê jî bala wergêr û Kurmancîzanên Başûr her tenê li ser çîrok û romanê ye. Diviyabû wergêr û Kurmancîzanên Başûr her tenê li ser çend navên diyarkirî nesekinîbana, wekî din pirtûkên dîrokî, folklor, siyasî, vekolîn û gelek aliyên din hatine jibîrkirin ango îhmal kirine. Ji lewma jî xwînerên Soran ji gelek xebatên baş û çê yên di vî warî de bê xeber mane û nexwendine. Di van 20 salên dawî de gelek xebatên cur bi cur hatin kirin, lê ez helbesta nûjen a Kurmanciyê weke qurbanî dibînim û diviyabû ji zû de gelê me li Başûr helbesta Kurmancî nas bikira û bixwenda.

Nivîskarê navdar Jose Saramago dibêje, “Nivîskar dikarin wêjeyeke neteweyî ava bikin lê wergêr dikarin wêjeyeke gerdûnî ava bikin.” Tu ji bo vê çi dibêjî? 

Gotineke meqbûl û rast e, jixwe cewhera wergerê ev e, wergêr her tenê peywendiyê di nevbera kultur, ziman û neteweyan de çênake, belkî her ziman û kulturek jî di nav xwe de, mirovatiyê nêzî hev dike. Divê em baş zanibin ku xudana sermiyan û xezînaya rastîn ne tenê zimanek bi xwe ye, belkî her zimanek li gorî îmkanên xwe xwedî be, lê yên vê hestê li cem xwînerên zimanan gişan çê dikin, wergêr in. Romanivisê Portugalî Josê Saramgo vê jî dibêje: “Nivîsîn hertim werger e.” Em dikarin gelekî zêde li ser vê hevokê bisekinin, lê ez dibêjim, jixwe proseya nivîsînê jî li gorî hest, hiş û psîkolojiya mirov jî wergerandin e. Xuya ye ku nivîskar dema mijûlî nivîsandinê ye, esas mijûllî neqilkirina wêne, bîr û hesteke taze ye. Lewra wergêr jî heman wezîfeya nivîskarî dişopîne. Bila em vegerin ser pirsa sereke, belê wergêr dikarin edebiyateke gerdûnî ava bikin û niha ev edebiyat li ber çêbûnê ye. Wergêrî ji berê de bi roleke girîng radibe di avakirina bingeha neteweyî û şaristaniyê de, ji bo ku ji zanist û bipêşketinê dûr nekevin, gelan hewl dida metn û pirtûkan wergerînin. Lê di dinya îro de werger maneyeke din dibexişe, bi taybet weregera edebî, heger mirov li pirtûkxaneya mala xwe binihêre dikare bi dehan pirtûkêni roman, çîrok û helbestê yên wergerê bibîne. Bêyî ku ziman, netewe û kultura nivîskarî bûbe merc û têbînîkirin, em wan dixwînin û çêĵ jî jê digirin. Di vir de dîwar giş tên rûxandin û sînorên sexte jî radibin, ji lewra em dikarin bibêjin, werger berî ku xebatek neteweyî, edebî û çandî be, hewl û xebateke mirovatîyê ye.

Wekî din li ber destê te ji bo siberojê halê hazir çi heye?

Piştî Berken Bereh, gelek tiştên din di xeyala min de hene, lê ew projeyên ku niha pê mijûl im, her karkirin e di helbesta nû ya Kurmanciyê de.

Helbestên nifşa kovara Tîrêjê ne, Mem Ronga û Arjen Arî weke du dengên diyar û pêşeng ên nava Tîrêjê girîng dibînim. Dixwazim helbestên wan wergerînim Soranî. Li ser vî esasî niha plana min ev e weke pirtûk du gulbijêran ji helebatên wan her du helbestkaran bi Soranî çap bikim, niha li ser vê dixebitim. Herwiha amadekirina Antolojiya Helbesta Kurmancî jî projeyeke din a min e, bi ihtîmaleke mezin sala bê ew jî dê bi Soranî çap bibe.

Wekî din dixwazim bibêjim, hin çîroknivîs û romanivîsên me hene li Bakur, hêj di nava Soranan de nehatine naskirin, mînak Hesenê Metê, Mehmet Dicle, Firat Cewerî, Şener Ozmen û gelek navên din hene ku pêdivî ye û layiqê vê ne her Kurdek li her derê be bi pirtûk û xebatên wan bizane û bixwîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.