Helbest welat nadin jibîrkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Hezîran 2024 - 00:19

NESRÎN ŞÊXO / ANHA / HELEB

Êşa bêrîkirinê hişt apê Ebdurehman hestên xwe bike helbestên bi zimanên Kurdî û Erebî.

Ebdurehman Bozan (64) ê ji bajarê Cindirêsê yê kantona Efrîn û Şehbayê, xwendina beşa wêjeyî ya qonaxa amadehî di 1980'yan de bi dawî kiriye. Di 20 saliya xwe de wî ji bo kar berê xwe daye Helebê û bi destpêka krîza Sûriyeyê re dîsa vegeriya Efrînê. Li wir jî piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, di 18'ê Adara 2018'an de careke din koçberî Helebê bû.

Apê Ebdurehman di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir ku lênûska wî her tim ji wî re heval be. Lê belê piştî koçberiyê, cûreya helbestan a apê Ebdurehman guherî û herî zêde êş û hestên bêrîkirinê li helbestên wî serwer bûn.

Helbest îlham û hewes e

Apê Ebdurehman li ser banê mala xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kulîlk û sebze çandiye û xwestiye ku Efrîn her tim di hişê wî de zindî be. Di nav de rû dine û helbestan dinivîse.  Apê Ebdurehman destnîşan kir ku helbestnivîsandin îlham e û ji tu kesî nayê girtin û got: "3 tişt hene, mirov ji derdora xwe nagire; dengê zîz, dayîn û nivîsandina helbestan." Apê Ebdurehman wiha dewam kir; "Têkiliya xwendinê bi helbestnivîsandinê tune ye. Ew girêdayî îlhamê û hewesê û pirtûkan e. Ji biçûkahiya xwe ve helbestên Mehmûd Derwîş, Nîzar Qebanî û Cegerxwîn dixwînim."

Bi helbestan xwe digihînim welat

Apê Ebdurehman diyar kir ku ew pabendiya xwe ya bi axa xwe ve bi rêya helbestan vedibêje û got: "Dema ku hestên bêrîkirinê dilê min dagir bikin û ez nekarim bigihêjim welatê xwe, ez bi nivîsandina helbestan van hestan hêmin dikim." Apê Ebdurehman nêzî 200 helbest nivîsandine ku di şahî û boneyan de dixwîne, bi taybet di merasîmên şehîdan de. Lê piraniya helbestên wî li Efrînê mane û hinek jî hîn bi wî re ne. Apê Ebdurehman tu xelat wernegirtine. Ji bo wî, xelata herî mezin welat û dîmenên welatê xwe ji bîr neke û got: "Ez tiştekî din naxwazim, tenê dixwazim dîmenên welatê xwe ji bîr nekim."

Bi helbestan Ocalan bibîrtîne

Apê Ebdurehman di dawiya axavtina xwe de got;  "Em gelekî aştîxwaz in, ji cîhanê hez dikin û cudahiyê naxin navbera tu kesan, xiyanet li nav me qedexe ye. Lê ji ber ku em xwedî maf in, kes girîngiyê nade rewşa dijwar a ku em tê re derbas dibin. Em bala xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku wî banga azadiya gelê xwe kir, wan azadiya wî jê stand. Lehengî û mezinahiya wî bandor li min kiriye, ji ber wê jî ez di helbestên xwe de wî tînim ser ziman."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.