Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ji sala 1993’yan ve tê lidarxistin, îsal jî bi pêşengtiya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK), 8’ê Cotmehê çêbibe.
Komîteya Amadekar ji bo bernameyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Beşdarên Pêşbirkê, dikarin berhemên xwe ji 5’ê Tîrmehê ta bi 30’ê Tebaxa 2023’yan bişînin e-maila me. Pêşbirka Wêjeyê ya wê îsal em diyarî bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî dikin, wî 23’yê Gulanê jiyana xwe ji dest da. Mîna Huseyîn Çelebî û Rifat Çelebî ku heta dawiya jiyana xwe li meşa xwe dewam kir û tim hez ji ciwanan kir, em ê jî bêyî navber li rêya xwe dewam bikin.”
Şertên tevlûbûna pêşbirkê
Komîetya amadekar şertên beşdarbûna pêşbirkê jî eşkere kirin:
Zimanên nivîsîna berheman Kurdî (Kurmancî, Dimilî û Soranî), Elmanî û Tirkî ne.
Berhema ku wê bê şandin, divê li ti derê nehatibe weşandin.
Beşdar, wê herî zêde karibin du helbestan û çîrokekê bişînin.
Beşdar, divê bi pêşgotineke li ser berhemê, herî dereng heta 1’ê Tebaxa 2023’yan berhemên xwe bişînîn.
Di salvegera 30’emîn a wêjeyê de, wê cih ji bo beşdarên bi berhemên bi wêne re jî mijûl in, bê veqetandin û her beşdarek wê karibe berhemên xwe nîşan bide.
Berhem wê bi rêya e-mailê bên şandin:
huseyincelebi2023@protonmail.com
Cihê ku bername lê bê çêkirin, wê hefteyên bê diyar bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN