Wesiyeta wî bi cih tê anîn

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 02:49

MURAT AYDIN/NURNBERG

 

Li Bajarê Elmanyayê Nurnbergê li Mala Gel a Medyayê ji bo bavê şehîd Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî merasîma cenaze hat lidarxistin. Rifat Çelebî ku li nava xelkê weke Apê Rifet dihat nas kirin, 20´ê Gulanê ji ber nexweşiyê wefat kiribû. Ew yek ji welatparêzên herî dinyadîtî yê li Elmanyayê bû. Ji nivê salên 1960´î ve li weke karker li Elmanyayê bi cih bûbû. Wî kurê xwe şehîd Huseyîn Çelebî hîna zarok bû sala 1974´an biribû meşên siyasî yên ji bo parastina Kurdistanê. Huseyîn Çelebî di dozên siyasî yên Dusseldorfê de berdevkê girtiyên siyasî yên Kurd bû û îro jî serokê rûmetê yê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ye. 

Di merasîma cenaze ya ji bo Apê Rifet de Pîr Ali Bali gulbang gotin û merasîm li gorî baweriya Elewiyan bi rê ve çû. Hevserokê FED-GEL´ê Saît Ozturk di merasîmê de got, “Rifat Çelebî, ji dilsoz, kedkar û milîtanên Tevgera Azadiya Kurdan bû. Wî gelekî hez ji Serok Apo dikir. Em ji fedakarî, ked û kesayetiya wî ya têkoşer hînî gelek tiştan bûn û wî rêya me ronî kir. Wî got, ez ê heta bi gorê di nava refên vê têkoşînê de bim. Deynê xwe bidim. Hûn jî bi têkoşînê, bi ber berxwedanê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Em soz didin Apê Rifet, heta ku gelên bindest hemû azad bibin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Keda te, têkoşîna te li erdê namîne. Bila serê Serok Apo, malbata me û miletê Kurd sax be”

Di merasîmê de hevseroka KON-MED´ê Zubeyde Zumrut, kurxalê Apê Rifetî Teyfik Yavuz, nûnerên Partizan, MLKP, Partiya Çep a Elman, ATÎF´ê, hevrêyê Apê Rifet Rudolf, kedkarê TEV-ÇAND´ê Amele jî peyivîn. Piştre cenaze birin Cemxaneya Nurnbergê û li wir jî merasîmek hat lidarxistin. 

Wesiyeta Apê Rifet “Min li Kurdistanê veşêrin” tê bi cih anîn. Cenaze îro dişînin Elezîzê. Cenaze li gundê Çakan ê Depa Elezîzê tê veşartin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.