Lehengê ‘Rista Şehîd’

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Hezîran 2024 - 00:41

  • Helbestvan û têkoşer Huseyîn Çelebî beriya ku biçe Kurdistanê û tevlî refên gerîla bibe li Ewrûpa, nexasim jî li Elmanyayê çalakvanekî siyasî yê xurt bû. Çi li derve û çi jî li hepsê her tim hewl dida doza Kurdan li dinyayê bide nasîn.

ROJÎN GULÊ

Hunermend Xelîl Xemgîn di albûma xwe de ya bi navê “Name” de stranek li ser rêhevalê xwe Huseyîn Çelebî xwendiye. Navê stranê “Rista Şehîd” e. Beşik ji gotinên stranê li jêr e:

Gora min ji kevirên Mermer çênekin
Bi vî dilê wek zinaran, em tenê dikarin bispêrin Çiyan
Bila xayînan di bin kevirên sar de veşêrin
Ez dil girtiyê ronahî û azadiyê me
Tewra ber vê dilê min, ber bi tava Sibê
Ezê bimirim
Ez girtiyê ji ber ronahî û Azadiyê me
Ez arama dilê dayîka me
Ez Huseyinê serfirazim

Ez dixwazim lehengê stranê Huseyîn Çelebî nas bikim. Loma min rojnivîska Çelebî, hejmarên 1989’an ên rojnameya Serxwebûnê û Albûma Şehîdan a sala 1992’an xwend. Her wiha ez çûm Brukselê û ji arşîva Stêrk Tv’yê hevpeyvîna avakarê PKKê Alî Haydar Kaytan guhdar kir. Kaytan di derbarê Çelebî de diaxive.

Zarokatiya Huseyîn Çelebî

Huseyîn Çelebî sala 1967’an de li bajarê Elmanya Hamburgê ji dayîk dibe. Zarokê malbateke karker a ji Qereçoçanê ye. Bavê wî kesekî siyasî bûye û ji zarokatiya xwe de ew jî bûye kesayetek siyasî. Bo nimûne, di 7 saliya xwe de beşdarî çalakiyek siyasî dibe. Di sala 1974’an de ji Başûrê Kurdistanê 169 penaber derbasî Bakur dibin. Hikûmeta Ecevît dixwaze wan dersînor bike. Huseyîn Çelebî li navenda bajarê Hambûrgê tevî bavê xwe û xizmekî xwe xwepêşandanek li dar dixe. Di xwenîşandanê de, ew daxwaz dikin ku penaberên Kurd neyên dersînorkirin. Ji ber ku bi cezayê îdamê tên darizandin. Di 13 saliya xwe de, li dibistanê broşûrek nivîsiye û gotiye: “Divê kesên biyanî wek biyaniyan bên naskirin.”

Li komeleya Kurdan

Huseyîn Çelebî dema ku lîseyê dixwîne, li Hambûrgê beşdarî xebatên komeleya Kurdan dibe. Erka wî karê dîplomasiya komeleyê bûye. Di vê xebatê de rojeva li Kurdistanê ji raya giştî ya Elman re vedibêje û têkoşîna PKK’ê dide nasîn. Piştî lîseyê diçe koleja teknîkî. Di destpêka sala 1986’an de dest ji dibistanê berdide û tevlî PKKê dibe û bi tevahî wextê xwe dide xebatên siyasî.

Zindana Elmanyayê

Huseyin Çelebî, ji bo naskirina Kurdan û PKK’ê li Elmanya û Awistiryayê xebatên siyasî dimeşîne. Di kovara Kurdistan Reportê de li ser danasîna Kurdistanê gotaran dinivîse. Di Sibata 1988’an de li Elmanyayê 20 rêveber, xebatkar û alîgirên PKK’ê têne girtin. Di nav wan de avakarên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Duran Kalkan jî hebûne. Huseyîn Çelebî jî tê girtin û 2 sal di girtîgehên Elmanyayê de dimîne. Ali Haydar Kaytan rola Huseyîn Çelebî ya wê demê wiha tîne ziman: “Em hemû di girtîgehên cuda de diman. Hevalê Huseyîn Çelebî bi rêya nameyan ji me hemûyan re tekîlî danî û danûstendineke hevpar derxist holê. Bi moral û coşa xwe hêz da me. Li ser dozê belgeyên Elmanî dixwendin û me agahdar dikir. Li salona dadgehê jî parastina doza Kurdistanê kir û bi axaftinên xwe komîteya dadgehê û hemû guhdaran bandor dikir. Hevalê Huseyîn ji derdorên cuda re jî name dinivîsandin. Bi rêya van nameyan di nav raya giştî ya Elman de hişyarî bilind dibû.”

Nameyên Christa Eckes

Christa Eckes şoreşgerek a Elman e. Sala 1942’an ji dayîk dibe û sala 1973’an tevlî rexistina RAF’ê dibe. Tê girtin û salên dirêj di girtigehê de maye. Di nav şoreşgerên Elman de bûye sembola zindanê. Eckes û Çelebî di navbera Avrela 1988 û Berfanbara 1989’an de name ji hev re nivîsandine. Ev name bi navê “Nameyên Chrisat Eckes û Huseyin Çelebî” li Elmanyayê wek pirtûk hatine çapkirin. Di van nameyan de parvekirina ji dil a enternasyonal tê dîtin. Christa Eckes sala 2021’an koça dawî dike.

Û Huseyîn li Kurdistanê ye

Huseyîn Çelebî sala 1990’an li zindanê derdikeve. Ne mumkin bûye ku ew bi serbestî xebatên şoreşê bike. Her tim polîsan ew şopandiye. Bihara 1991’an diçe Akademiya Mahsum Korkmaz û perwerdeya leşkerî dibîne. Hema salê meha Cotmehê jî diçe Kurdistanê û dibe gerîla. Li Heftanînê dibe koordînatorê Kampa Şehîd Mahîr. Ew li wir du heyeman xebatê şoreşê dike û Gulana 1992’an tevlî Yekîneyên Sînor dibe. Sala 1992’an dema ku Şerê Başûr dest pê dike tê û li Eniya Batûfayê cih digire. Li gorî ku em ji rojnivîska wî hîn bûne, di 28’ê Hezîrana 1992’an de beşdarî şerê xwe yê yekem bûye. Û ji wê rojê heta roja ku şehîd bûye, bi mehan beşdarî çalakî û pevçûnên rojane dibe. Huseyîn Çelebî di 11ê Cotmeha 1992’an de li Heftanînê di şerekî de tevlî kerwana şehîdan bûye…

*Ev nivîs ji malpera kovara “Huner” a ku li Ewrûpayê weşanê dike hatiye girtin.

Nivîsa Kurdistan Report

Kovara Kurdistan Report di hejmara xwe ya Berfanbar a 1992’an de li ser şehîd Huseyîn Çelebî wiha nivîsiye: “Huseyîn demeke dirêj li Elmanyayê jiya. Di navbera enternasyonalîstên metropolên dewlemend ên rojava û têkoşîna azadiya Kurd de bû pirek. Jiyaneke kurt lê watedar jiya. Di nav girtiyên sala 1988’an de şoreşgerê herî ciwan ew bû. Moralê wî her tim bilind bû. Ti caran nêrînên xwe yên siyasî veneşart. Tenê bi Kurdistanê re jî sînordar nebû. Wî geşedanên li Elmanya û welatên din jî ji nêz ve dişopand. Mirovekî jêhatî û dîplomatekî zîrek bû. Gelek aliyên wî yên ku bên keşfkirin hebûn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.