Çalakiya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî ya 30’yan li Kolnê ku bajarekî Elmanyayê ye, pêk hat. Di çalakiyê de xelat hatin dayîn.
Ji sala 1991’ê ve Pêşbaziya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî tê sazkirin. Çalakiya 30’emîn ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) ve hat sazkirin.
Bernameya dayîna xelatan 8’ê meha Cotmehê bi girtina rêzê ji bo bibîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê dest pê kir.
Mêvanên ji Baskê jî bi kincên xwe yên gelêrî tevlî bûn û helbestek bi zimanê Baskî hate xwendin. Her wiha helbestên ji Ekuador, Katalonya, Hindistan û Rojava hatine şandin, hatin xwendin.
Di bêşên helbest û çîrokan de bi Elmanî, Kurdî û Tirkî, xelat hatin dayîn. Firmêsk, Rêber Serhed û Sûna Alan derketin ser dikê. Koma Romanî jî xwenîşandaneke folklorîk pêşkêş kir.
Xelatên di kategoriyên cuda de hatin dayîn ev in;
Kateboriya helbesta bi Kurdî
- Xemeke Keserkêş: Feraz Roj
- Ger xwe nekujim: Welat Xerîb
- Bê te Bûnî: Mücahit Kaya
Kategoriya çîroka bi Kurdî
- Jin Aryen: Veroz
- Jiyaneke dorpeçkiri: Seyitxan Akyüz
- Gurên duling: Ayaz Botan
Kategoriya helbestên Kirmanckî
- Boye Zembule: Şilan
- Venge Azadi: Arzun
- Xo vira meke : Dilbirin
Kategoriya helbestên Elmanî
- Ein Gedicht und ein falke: Alina
- Spinnerinnen : Carina
- Diaspora: Hêvîdar
NAVENDA NÛÇEYAN