Xelatên Huseyîn Çelebî hatin dayîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 05:16

JXK û YXK’ê ji bo bibîranîna Şehîd Huseyîn Çelebî, Çalakiyên Wêjeyî yên Huseyîn Çelebî ên 29´an li dar xist. Xelatên encamê yekşema bihurî li li Stûttgartê li Festhalle Feuebachê hatin dayîn. 

Merasîma xelatdayînê di şexsê Huseyîn Çelebî de ji bo bibîranîna şehîdan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Kamo Çelîk li ser navê YXK û JXK’ê axivî. Çelîk diyar kir ku îro ew bi navê Huseyîn Çelebî, têkoşînê dewam dikin: “Îro jî em weke ciwanên Kurd, ji bo bibîranîna Huseyîn Çelebî xwe bi rêxistin dikin. Merasîma me ya wêjeyê, ji sala 1993’yan ve tê lidarxistin. Em dixwazin ku ji berhemên ji Kurdistanê dişînin Ewrûpayê re bibêjin ku hûn bi xêr hatin.”

 

‘Wî rojekê jî dev ji têkoşînê berneda’

Bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî jî bi çepikan derket ser dikê û silav li kesên li salonê kir. Çelebî got, ew li jiyana xwe ya ku ne li Kurdistanê lê li sirgûnê dest pê kiriye, îro jî li Ewrûpayê bi sirgûnê dewam dike: “Em hêj zarok bûn, hînê welatparêziyê bûn. Hêj Huseyîn 7 salî bû ez û wî tev li çalakiyeke li dijî şerê Beesê li dijî Kurdan bûn. Huseyîn ji hingê ve ji ti tiştî paşve nema. Gava ketibû zindanê êşkence lê kiribûn. Hestiyên lingên wî şikestibûn, lê wî rojekê jî dev jê berneda.” 

Rifat Çelebî wekî din bang li ciwanan kir û got, “Ez dizanim, pêşiya we digirin. Nahêlin hûn ji bo azadiya xwe têbikoşin. Ez 86 salî me. Ez îro pirr baş dizanim, divê mirov her ji bo azadiya xwe têbikoşe. Ez dizanim ku herî zêde dêûbavên we pêşiya li we digirin, destûra we nadin hûn ji bo azadiya xwe têbikoşin. Nêhêlin ew we asteng bikin. Ji têkoşîna ji bo azadiyê bi rûmettir tiştekî din nîne.”   

 

Xelat hatin dayîn

Piştî stranên Rêber Serhad û Cemîl Qoçgîrî, sînevîzyonek li ser jiyana Huseyîn Çelebî hat nîşandan. Piştre kesên ku di beşê helbest û çîrokê de serketî bûn, hatin şekerekirin û xelatê wan hatin dayîn.

Di beşa helbestên kurdî de bi helbesta Îşev, Devrîm Arjîn Welat a ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hêjayî xelata yekemîniyê hat dîtin. Helbesta Arînên li her derê ya Alattîn Befre xelata duyemîniyê û helbesta Bilindiya Ezmanê Baweriyê ya Mûstafa Karaboga jî xelata sêyemîniyê wergirt.

Di beşa çîroka Kurdî de kurteçîroka “Bi navê Evinê” ya Yilmaz Tekîn hêjayî xelata yekemîniyê hat dîtin. “Tûrikê Pîrê” ya Mesût Yûrtsever ê di Girtîgeha F ya Bolûyê de û “Tûrike Zimanan” a Hisên Çatikkaş hêjayî xelat duyemîniyê hatin dîtin. Bêhna Miriyan a Roger Sozdar jî xelata sêyeminiyê wergirt.

Herî dawî Sûna Alan stranên xwe dike diyarî ji bo hemû jinên niha li ber xwe didin. Merasîm bi stranên wê bi dawî bû.

 

STUTTGRAT      

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.