Heke tu nivîskar bî azad be

Nûçeyên Çand/Huner

sêşem 15 îlonê 2020 - 23:00

RÊNAS REMO
ANHA/QAMIŞLO

Nivîskar û helbestvanê Kurd Xelîl Kalo li ber destê Osman Sebrî hînî zimanê Kurdî bû, bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Gelek gotarên wî yên siyasî û wêjeyî hene. Bi destpêka şoreşa Rojava re berhemên xwe xistin zimeta şervanên parastinê. Wî 6 pirtûk ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan û 3 pirtûkên şexsî nivîsandin. Di vekirina dibistanên bi zimanê Kurdî li Şamê de xwedî kedeke mezin bû.
Xelîl Kalo, sala 1958'an li gundê Dêrna Qulingan a Tirbespiyê ji dayik bûbû. Ji bo xwendina zanîngehê diçe Şamê, beşê Jeolojiya Tetbîqî dixwîne.
Biraziya wî Hebûn Kalo, berhemên apê xwe pirtûkxaneya wî û bawernameyên wî parastine. Ew dibêje, apê wê li ber destê Osman Sebrî fêrî zimanê Kurdî bûye. Dema li Şamê dixwend, wî xwendekar û karker fêrî zimanê Kurdî kirine.
Helbestvan Xelîl Kalo di gotareke xwe de dibêje, "Heke tu têkoşerekî rasteqîn bî divê tu azad bî."
Biraziya wî Hebûn dibêje, hikûmeta Şamê, ji ber nivîsên wî û çalakiyên wî yên siyasî karê wî yê li zeviyên petrolê yê Rimêlanê rawestandibû. Wê got, di salên 90'î de wî semînerek bi awayekî veşartî li Tirbespiyê dida.
Xelîl Kalo bi Şoreşa Rojava re, li nivîsandinê vedigere, gelek gotaran li ser YPG û YPJ'ê û serkeftinên wan dinivîse; welê bû ku fermandariya YPG´ê bawernameya endametiya serferaziyê dayê.

Nivîskarê niştimanê bû

Nivîskarê Kurd Ciwan Îbrahîm li ser Xelîl Kalo dibêje: "Ew ne nivîskarê partiyekê an eşîrekê bû, lê belê rewşenbîrekî Kurd bû, banga yekitiya niştimanî ya Kurd dikir."
Sala 2015'an Xelîl Kalo bi giranî nexweş ket. Li ser nexweşiya xwe nivîsekê li ser facebooka xwe belav kir û tê de got, "Çawa YPG û YPJ li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi ser ketin, ez ê jî li hemberî nexweşiyê bi ser kevin". Kalo di 15'ê Îlona 2015'an de ji ber nexweşiyê wefat kir. Cenazeyê wî li gundê wî Dêrna Qulingan hate veşartin.

Artêşa Tirk gora wî gulebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Cotmeha par de gora Xelîl Kalo gulebaran kirin û ziyan gihandin beşekê ji gorê.
Gelek hunermendên Kurd ên weke Xêro Ebas, Dilo Dogan, Serwet ê ji Bakurê Kurdistanê û Romîda ji Efrînê helbetên Xalo kirin stran.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.