Heft sala kir şivanî û Xurfanî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 11:58

  • Hunergeha Welat a li Rojava klîbeke nû çêkir.

Hunergeha Welat a li Rojava "ji bo piştgiriya helwêsta hunermendên Kurd" klîbek bi navê Xurfanî amade kir. Di destpêkê de hunermend dibêjin ku ew vê xebatê diyarî dikin li Bavê Adil, Usivê Çelebî, Miradê Kinê, Hiseyn û Xidirkê Omerî û "hemû hunermendên nemir ên ku xizmeta huner û stranên me kirine“.

Klîp 9 deqîqe û 37 saniyeyan dirêj e û bi beşdariya 13 stranbêjan hatiye amadekirin. Di dawiya klîpê de strana Xurfanî bi xwe jî heye û stran hemû bi kêra reqsa Xurfanî tên. Salihê heydo, Beha Şêxo, Zubêr Salih û Smîr Orkêş stran berhev kirine. 

Amadekarên vê xebatê Bêkesê Darî û Delîl Mîrsaz in. Delîl Mîrsaz derhêneriya klîpê û montaj jî kiriye. Aranjeya muzîkê Erdelan Amûdê kiriye. Kawa Xalid jî miks kiriye.  

Şefîq Bavê Read, Nisrîn Botan, Mihemed Selîmê Temo, Sumeye Serêkaniyê, Amir Remo, Çîmen Osman, Mad Xelef Rewşen Ibrahîm, Danîş Botan, Eyşê Serdar, Erdelan Amûdê, Emîn Bengîn, Îbo Can stranan dibêjin.

H. Hozan û Hejal Elanê li Zirnê, Amir Remo li tembûr û bisqê, Mihsin Delî li keyboardê, Erdelan Amûdê li kemaçê xistine.

Di kîlpê de reqsa Komîna Govendê hêjayî dîtinê ye. Dîmenên klîpê bi kameravaniya Roder Hebîb, Mihemed Mûsa û Ela Ismaîl li gundê Maşûq hatiye girtin.   
Kesên dixwazin dikarin ji lînka li jêr li Xurfanî bihisînin û li klîpê temaşe bikin:

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.