Heft hezar û 500 stran û filmên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Kanûn 2021 - 23:06

  • Îbrahîm Elî Sabir bi nasnav îbrahîm Xurmalî, hîn ji ciwaniya xwe ve dest bi arşîvkirina stranên klasîk û filmên Kurdî kiriye. Ev 40 sal in, beşeke mezin ji jiyana xwe ji bo vî karî veqetandiye.

HEWREMAN CELAL  /  ROJNEWS/HELEBCE

Îbrahîm Elî Sabir bi nasnav îbrahîm Xurmalî, hîn ji ciwaniya xwe ve dest bi arşîvkirina stranên klasîk û filmên Kurdî kiriye. Ev 40 sal in, beşeke mezin ji jiyana xwe ji bo vî karî veqetandiye. Niha dikana wî wek navendeke mezin a hunerî ye. Bi gotina wî, wî kariye ji sedî 90’ê stranên Kurdî yên çar parçên Kurdistanê arşîv bike û ji wendabûnê rizgar bike.

Ji sala 1977’an ve Îbrahîm Xurmalî li bajarokê Xurmal ê ser bi parêzgeha Helebceyê mijûlî arşivkirina stranên klasîk û filmên Kurdî ye. Heta niha heft hezar û 500 kasetên stran û filmên Kurdî yên her çar parçên Kurdistanê arşîv kirine.

Li gorî gotina Îbrahîm Xurmalî, çanda Tirkî tehlûke ye li ser çanda Kurdî û bi vê armancê jî gelek kanal û aliyên kirêgirtî bi rêya rêzefilmên Tirkî kar ji bo tinekirina çanda Kurdî dikin.

Xwesteka min hatiye cih

Derbarê arşîvkirina çanda Kurdî de Îbrahîm Xurmalî got, “Xwesteka min ew e ku bikarim hemû stranên çanda Kurdî, bi taybetî stranên Kurdî yên resen kom bikim. Bi vê xwestekê ji sala 1977’an ve min dest bi komkirin û arşîvkirinê kiriye. Xwesteka min hatiye cih û min kariye heta niha ji sedî 90’ê stranên klasîk ên Kurdî li cem xwe kom bikim.”

Tirkan ji Hesen Zîrek diziye

Îbrahîm got, di nava arşîva wî de ji tevahiya parçên Kurdistanê stranên hunermendên Kurd hene: “Me çandeke dewlemend heye, dewletên herêmî gelek stran û awazên Kurdî birine û xistine malê xwe. Ji ber ku ew dewlet in û derfetên wan hene, ji xwe re dikin mal. Ji bo mînak; marşa niha ya Tirkiyê sirûda Hesen Zîrek e ku di sala 1969’an de li Bexdayê tomar kiriye. Navê sirûda wî jî ‘Ey Kurdîne ey merdîne.’* Heman awaza Hesen Zîrek li ser danîne.”

Îbrahîm da zanîn ku ji bilî 7 hezar kasetên stranan, 500 kasetên bi dîmen ku di dema xwe de ji televîzyona Kerkûkê ya berê girtiye, niha li cem wî hene.

Di dewamê de Îbrahîm Elî Sabîr got, divê çanda Kurdî were bipêşxistin û parastin. Îbrahîm got, “Dagirkerên Kurdistanê hertim dixwazin çand û hunera Kurdî tine bikin. Bi taybetî ciwanên Kurd divê xwe ji çanda biyanî dûr bixin û giringî bi parastin û pêşxistina çanda Kurdî bidin. Ji ber ku dema çand û hunerê gelekî nebe, nasnameya wî gelî jî nîne.”

* Têbîniya edîtoriya PolîtîkAzadê: Ev stran esas bi Kurmancî ye, û zêmareke Ermeniyan a bi kurdî ye: Ez ê herim welatê xwe. Seîd Axa jî vê stranê di salên 1930´î de weke "Ev milkê Kurda" gotiye. Binihêre li: https://youtu.be/HKhOvlD33Zs

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.