Hebûna insan û lêgerîna Gibus

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Sibat 2024 - 01:30

  • Peykersaz Gibus ji bo karên xwe dibêje “pirsên min jî weke yên her kesî ne” û wiha dinirxîne karên xwe; “Pirsên min jî ji yên xelkê ne cudatir in. Em kî ne? Xwedê heye? Saet çend e? Em azad in? Heqîqet an jî rastî çiye? Hin pirsên min li xwedê digerin û hinek jî li xwebûna insan dikolin.”

Ew bi navê “Gibus” jî tê zanîn. Sinehetkarekî afirîner ku bi rêya peykeran pirsan ji me dipirse. Ez behsa peykersazê Fransî Jean-Baptiste Boutin dikim. Ew li bajarê Gironde yê Fransayê dijî ji dar û axşeban peykerên ku xelkê difikirînin çêdike. Her parçeyekî karê wî xwedî enerjiyeke kînetîk e jî û ew rageşiyê di van peykerên xwe de mayînde dike. Ew ji hal û rewşên heqîqeta insanan îlhamê digire û heya jê tê ji tiştên ku bi kêr nayên direve. Ew di peyker de bala xwe dide ser tiştên sereke û heya jê tê di van peykerên xwe de “dil”ê tiştan zeft dike. Yanî bala bîneran dibe ser hin tiştên sereke ku însanetiyê bi xwe re mijûl dikin.

Gibus pirr dereng dest avêtiye karê peykeran, yanî wî di sala 2017’an de dest bi vî karî kiriye. Ew berê di ajanseke reklaman de weke derhênerê hunerê xebitiye lê piştî demekê xwe aîdê vî karî nabîne û dev ji vî karî berdide peykerên ji axşeb pirr bala wî dibin ser xwe û bi vî awayî ew dest bi çêkirina peykaran dike. Ew bi vî karî xwe azadtir hîs dike. Piştî du salan bi afirîneriya xwe ya di vî warî de dihese û rêzepeykerên xwe yên bi navê “Tributes” çêdike. Di van rêzepeykeran de fîgûrên ku di rewşên zehmet de poz didin disêwirîne. Lê fîgûren Gibus ne fîgûrên ji rêzê ne. Gibus bi van fîgûran xelkê dide fikirandin û peykerên ji rêzê çênake.

Xebatên Gibus rewşa mirovahiyê vedibêjin. Ew bi van peykeran hin pirsan dipirse û rûbirûmayîna bi van pirsan re rave dike. Ji lewma gelek caran ew wêrekî tine ye ku xelk bi rastiyê re rû bi rû bimîne û hay ji rastiya xwe çêbe. Gibus bi van peykerên xwe dilsoziyê ji îşaret dike û dibêje ji bilî dilsoziyê wekî din ti rê tine ye. Mirov dikare van peykerên wî weke “tercûmeyên hebûna insan” jî bibîne û binirxîne. 

Bi peykerên ‘xam’ rastiyê şirove dike

Gibus tenê peykeran çêneka ew bi çêkirina van peykeran re hin têgehan jî ji nûve dinirxîne û bi nihêrîneke cuda nêzî hin meseleyan dibe. A rast ew zêde ji şiroveyan jî hez nake û tiştê dixwaze bibêje bi awayekî rasterast vedibêje. Ev peykerên wî hinek jî lêgerîna Gibus a ji bo rastiyê nîşanî mirov didin. Rastî û rewşa mirovahiyê pirr bala wî dikşînin û bi rêya peykeran tiştên ku dixwaze vebêje bi awayekî veşartî nabêje. Ji xwe peykerên wî yên “xam” ên ku nehatine cîlakirin jî nîşaneya vî tiştî ne. Ev xambûn di heman demê de şirovekirineke vekirî ya rastiyê ye jî. Berhemên mirov ber bi rastiyê ve dikişkişînin û dibêjen nabe ku insan ji rastiya xwe birevin!

Ji bilî xweşikiyê bi pirsan jî dadikeve

Gibus bi van berheman her wiha vê yekê jî tîne ziman; em deyndarê rastiyê ne. Rastî dibe mefhûma wî ya sereke di vê rê û rêwîtiyê de. Ew van xebatên xwe jî bi vê baweriyê dibe serî. Ji bo karibe hin tiştan nîşan bide jî heya jê tê berhemên xwe sade û besît çêdike. Ew bi hin formên ku edalet û wekheviyê jî nîşan dide xema xwe ya di vî warî de derdibire. Yanî ew bi van berheman hin tiştên ku xelk naxweze bibîne û bibihîze tîne bîra xelkê. Yanî berhemên wî tenê xweşik nînin her wiha ew bi pirsan jî hatine dorpêçkirin û îlhamê didin mirov.

Felsefe li bextewariyê nagere

Gibus ji bo karên xwe dibêje “pirsên min jî weke yên her kesî ne” û wiha dinirxîne karên xwe; “Pirsên min jî ji yên xelkê ne cudatir in. Em kî ne? Xwedê heye? Saet çend e? Em azad in? Heqîqet an jî rastî çiye? Hin pirsên min li xwedê digerin û hinek jî li xwebûna insan dikolin. Piştî min lîseyê qedand mamosteyê min ê felsefeye xwe kuşt. Ez pir di bin tesîra xwekuştina wî de mam. Beriya ku xwe bikuje bi hefteyekê em li ser felsefeyê axivîn. Wî ji min re got; ‘Felsefe li bextewariyê nagere û hin nihêrîn bi awayekî mantiqî nayên şirovekirin, ev rîskeke mezin e.’ Ji lewma hin caran lêgerîn dibe karekî bi talûke jî û ji bo hûn hin tiştan fêr bibin û bibînin pêdivî bi talûkeyan heye.”

Nefspiçûktiyê bi bîr tîne

Navê xebatên Gibus ên ku weke peyker çêkirine jî têra xwe balkêş in. Weke nimûne navê peykerekî wî wiha ye; “’I’ is a place that is not on any map” (‘Ez’ ew der e ku di ti nexşeyan de tine ye) û yê peyekerekî din jî ev e; “The Fragility of Satisfaction,” (Qirofektiya Xweşhaliyê). Gibus ji bo vî peykerê dibêje; “bi awayekî kubar nefspiçûktiyê tîne bîra insanan. Heger hûn bi xwe xweşhal bin ew ê piştî wextekî ev xweşhalî derbas bibe. Ji lewma xweşhalî pir dûr e û nayê dîtin. Gotineke romannûsa Awusturyayî Marie von Ebner-Eschenbach hebû. Wê wiha digot; “Nefspiçûktî we dike kesên têkneçûyî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.