Pêşengê veguherînê Rêber APO ye
Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:17
OSMAN KAPAN
Tevahiya pergalên gerdunê di nav qeyranê de ne. Qeyran bi xwe re lêgerînên guhertin û veguhertinê tîne. Wisa xuyaye navenda vê veguherandinê Rojhilata Navîn e, bi taybetî jî Kurdistan e. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pêşengtiya vê veguhertinê dikin. Di vê çarçovê de gavên dîrokî tên avêtin, demên dîrokî tên jiyîn. Me jî xwest em geşedanan ji kedkarekî doza Kurdistanê Nîzam Algunerhan pirs bikin. Nîzam Algunerhan kiye? 1972’an li Çewlike ji dayik bûye. Di sala 1988’an de dema li Fransa dibistan dixwine li hember qîrin û hawara ji welat bê helwest namîne, dev ji dibistanê berdide bi armanca avakirina Radyoya Dengê Şoreşa Kurdistan diçe qada Rêbertiyê. Li çiyayên Kurdistane serê sala 1993 de dîl dikeve dest dijmin û cezayê muebeda giran lê tê birrîn. Piştî 31 salan hate berdan.
Bi bangawaziya 27’ê sibatê û biryarên kongra PKK’ê ji bo Tirkiyê û kurdistanê serdemeke nû destpêkir. Çima di vê demê de ev bang û çima D.Bahçeli?
Berî hertiștî destpêkirina vê pêvajoyê encamê tekoșînek dijwar û dirêje. Gelê kurd di bin rêbertiya Rêber Apo pêncî sale tekoșînek pir dijwar dide.Vê tekoșînê gele kurd ji wê gora ku dewleta tirk li çiyayê Agrî kolabû derxist cardin bi beden û rih kir. Vê tekoșînê vejîna gelê kurd temam kir. Eger ev tekoșîn nebûna îro asîmîlasîyona kurdan wek Lazan temam bibû. Dibe ku hin kesên doza kurd û kurdistanê tenê di kursîyen dibistanan de an jî di nav palpiștên nerm de liber Șomînê di çîrok û serpîhatiyên serhildanên dîrokî de hînbûne tevlî vê nêrina ji nû ve vejînê nebin.Lê bira ew jî bizanin ger ev rebertî, tekoșîn tunebûna îro tiștekî ew pê qise bikin jî nabû. Çima D.Bahçelî bangek wisa kir,bersiva vê pirsê di hișmendî, hêz û rexistina Rêber Apo de veșartiye.Helbestvanê kurd cigerxwin 1930 de li Rojava ji generalê fransî re dibêje:’’Hûn qala parastina mafê mirovan dikin, qala mafê rewa yê netewan dikin, çima hûn alîkarî nadin me em kurd jî qedera xwe bigirin dest xwe.’’ Generalê fransî jê dipirse :’’Çend leșkerê te hene’’ Seydayê Cîgerxwîn dibe:’’Eskerê min tunin.’’ General vedigere jê re dibêje:’’Wê çaxê tu qedera xwe bi kijan hêzê tayin dikî.’’ Ev diyaloga pûxteya tekoșina sed sala 19-20 ( ya berî PKK ) an e. Yani eger îro D.Bahçelî vê bangê dike sedema wê hez û tevgera Reber Apo’ye. Em tev dizanin dijminê bav û kalan nabin dostê lawan. D.Bahçelî di șevekî di xewna xwe de kurd û rêberê kurdan nedît nebû dostê wan.Wê çaxê mesele çiye ? Pergala Kapitalizma Modern piștî hilweșandina Sovyetê kete serdemek nû. Jiber ku hesengiyên pergala piștî duyemîn șerê cîhanê hetibû danîn hilweșîbûn. Ji wê roje heta roja îro gav bi gav pergalek nû tê avakirin.Bi gotinek din dewlemendî û erdnîgariya cîhanê ji nû ve tê parvekirin.Vê bi șerê Kendavê destpê kir,bi Bahara Ereban dewamkir, bi Ukranya û Gazê kete qonaxek nû.Sadam xwest valahiya ku piștî hilweșîna pergala șerê sar derketiye holê bikarbine bibe hêzek heremî. Destûr danê, pêșiya wî vekirin ku Kuwêtê dagirbike,piștre ji hat bîra wan ku Sadam çekên kîmyawî bikaranîne û dîktatore lewma jî divê rejîma Bahsê bi navê demokrasiyê were hilweșandin.Karê wan bi cinawirê wan qedyabû êdî bi egera tunekirina cinawir mudaxaleyî Iraqê kirin.Hîn wê çaxê Reber Apo got:’’ Ev desTpêka sêyemîn șerê cîhanê ye, navenda vî șerî jî Rojhilatanavîn e bi taybetî jî kurdîstan e.’’ Iraq bi zanîn di nav qaosê de hiștin, bi Bahara Ereban kaos li tevahiya Rojhilata Navîn belavkirin.Bahara Ereban ji ber itiraza Rusya yê li Surî xitimî. Îcar cinawirekî ji Sadam xirabtir, DAIŞ avakirin Rojhilatanavîn kirin gola xwînê. Bi barbarî û tirsa ku faşîzma reş avakiriye xwestin çarşefa reş bikişînin ser tevahiya gelên heremê. Herkes ji ber IȘÎD’ê revî tenê Tevgera Azadiyê ango zanîn û wêrekiya Rêber APO avakiribû li hember wan çok danî erdê û li berxweda.Ger ev wêrekiya APOYÎ nebûna Hewlêr û Silêmaniye çar rojan de diketin. Berxwedana KOBANÊ li tevahiya cihanê deng veda û hêza siyaseta demokratik derxist holê.Vê siyaseta demokratîk zor da pergalê ku mudaxale bike. Berxwedana Rojava gele kurd di siyaseta cihanê de kir aktorek. Kijan hêza dixwast li ser erdê hukum bike mecbûrî vê hêza berxwedêr bû.Ango ev hêz tunebûna ne Emerîka ne jî Rusya dihat bi te re kar dikir. Di dîrokê de heta niha pergala dugela rus bi kurdan re dostanî nekiriye. Tişta li Mahabadê kirin li Efrînê dubare kirin, lewma jî winda kirin.Emerika, Îngîlîz û Avrupiyan bi şerê Ukranyayê Rûsya dorpêçkirin, qelskirin û di siyaseta rojhilatanavin de bêbandor kirin .Bi vî awayî astengiya pêşiya pergala nû ji holê rabû. Hêzên mina îranê ev xeterî dîtin bi ESAD, HIZBULLAH,HAMAS û HUSÎ’yan xwestin mertalekî avabikin, lê ev ne pêkanbû, çimkî pergal jibo tevgerê li benda pêvgava wan bû. Dema HAMAS’ê ew erîşa hovane pêkanî -li gor nêrina min li benda vê erişê bûn û pêşî vekirin ji bo rewa kirina êrişan pêdivîya wan bi egerek weha hebû, an na Îsraîla ku 24 seatan hemû serkirdeyê HAMAS û HIZBULLAH’ê tune kirin çawa agahiya vê negirt. Ev nepêkan e. Pergal jî bi hemû hêza xwe ket tevgerê. Bi vê tevgerê kevirê mezin ji cihê lîstin, dewleta tirk dît ku statukoya heyî têk diçe lewma dewlet çû cem Rêber Apo û pêra hevditin kirin.50 sale vê dewletê ji bo tunekirina vê tevgerê hertişt kir, nexasim ji 2015’an vir ve şev û roj dar û kevirê welat heta bi her kêla goristanên me bombardiman kir, şervanên Apoyî di tunelan de şerê man û nemanê dan. Çiyayê welat li ser milê wan şervanan li ser piyan man. Di zîndanan de 30 sal bênavber li berxwedan. Dema 30 sala wan qediya dewletê poşmantî sepand bê teredut bi rihê Apoyî red kirin. Ya ku devlet bir ber lingê Rêber Apo ev vîne. Afrînêrê vê vînê jî Reber Apo ye.D.Bahçelî ango xeta MHP wek xeta bingehin a dewletê 50 salê li dijî vê tevgerê şer dike, ên ku heta niha rê li ber hemû hewildanên aşitiyê girtine jî disa ew bûn. Lê îro dîtin ku çare nîne mecbur in vê vînê qebûl bikin. Dewleta tirk yan kurdan wek şirîk qebûl dike yan jî parçe dibe. Rêber Apo jî dixwaze ji vê pêvajoya dîrokî feyde bigire û gele kurd bike şirîkê dewletê ango kurdan bike xwedî statu. Û vê jî bêyî karasatên beyom pêk werin bike.
Lê hin derdor dibêjin hûn çawa bi dewleta tirk bawer dikin, derfetên hin baştir hene çima em bi Emerîka Îsraîlê re nabin yek dewlet avanakin?
Pêşî vê bêjin ew şoreşgerê sosyal medyayê ne haya wan ji rastiyan tune. Ji serhildana Bedirxaniyan bigire heta roja îro ên ku planê têkbirina kurdan çêkirina dane destê tirkan û kurd xistine dafikê van hêzên rojhilatî nînin .Minaka Êzdinşêr bi tena serê xwe îbretek mezin e. 50 sale ger alîkariya Emerîka û Îsraîl nebûna niha vê tevgerê deh caran kurdistan ava nekiribû. Ên ku Rêber Apo birin dan dewleta tirk ev nebûn ? Disa vana Mahabad, 1974 û referandûma Başûr ji bîrkirine. Qaşo Berzaniyan ji bo referandûmê erêya hemû hêzên mezin girtibûn, di pîrozbahiya Hewlêrê de ala Emerîka û ya Îsrailê dihejandin. Encam çi bû em tev dizanin. Destkeftiyên heyî jî ji dest çûn. Pêşîyên me gotine:’’Yê li hespê xelkê siwarbe tim peya ye.’’ Apoyî li hespa kesî siwar nabin, li hespa xwe siwar dibin û bi derfetên xwe rê digirin. Siyaseta bi dewletan re tê kirin tu caran ser esasê baweriyê nayê kirin, li ser esasê berjewendiyan tê kirin. Hêza te ya leşkerî, aborî ,stratejîk hebe û tu van bi fikrekî ku bikare bersiv bide demê re bikî yek hingê serkeftin gengaz dibe. Rêber Apo û tevgera Azadiyê tenê bi fikir û hêza xwe bawer in, siyaseta xwe ji ser wî esasî pêşdixînin. Bi gotinek din bibêjim ji xeynî çiyayan pişta xwe nadin kesî, lê destê xwe didin her kese ku dixwaze ji bo çareseriyê tiştekî bike. Ev jî raste çareserî hat ser masê her alî çareserîya xwe disepîne, di encamê de ye ku kartên xwe baş listibe bi ser dikeve.Tişta îro dibe jî ev e.
Li ser banga Rêber Apo PKK’ê 12. kongra xwe li darxist, tevî bi dawî anîna şerê çekdarî xwe fesihkir. Tu vê biryarê çawa dibînî û li gorî te wê encam çibe?
Berî hertiştî tê zanîn ku partî amûr in li gor pêwistiya demê tên avakirin, dema rola xwe dilîzin, ango peywira xwe temam dikin vediguherin tiştekî din. PKK di dîroka gelê kurd de rih û giyana vejînê ye. Îro me vejîn temam kiriye dem dema sazûmankirina netewa demokratîk e. Fesihkirina PKK tunekirina paşerojê nîne berevajî li ser himê çand û exlaqê şoreşgertiya PKK’ê avakirina dahatuyê ye. PKK berxwedana zidanan e, xwina lehengên çiyaye. Lewma jî ew her di dil û xwina me de ye. Ew koka me ye, ya ku îro tê xwastin jî li ser wê kokê ava kirina jiyanek nû ye. Mezinkirina mirasa PKK’ê ye. Di vê em vê baş fêm bikin. Reber Apo di polîtîk rapora pêşkêşî kongreyê kirî de ev rastî wek peywirek dîrokî danî pêşiya tevgerê û gel. Kongrê bi yek dengî polîtik rapora Rêbertiyê erê kir û xwe fesih kir. Bi awayek din biryara destpêkek nû da. Helbet vê biryarê ez hestiyar kirim, çavên min tijî bûn, ez di nav pêlên hestan de winda bûm. Hingê li Rêber Apo fikirîm gelo hestên wî çawa ne. Wî PKK’ê ji tunebûnê avakir, şiverêyên tekoşînê bi derzîyê vedan gihand roja me. Dîsa li wan şervanên dilçiya ên ku li deşt û çiyayên welat navê PKK’ê bi xwîna xwe nivîsandine fikirîm. Dilînî hestiyarî hat bîra min. Gava min van hestên xwe bi dayikekî re parvekirin ji min re got:’’Gava dayikek ewladekî bi hezar zahmetî mezin dike, tîne dizewicine di dawetê de şahî û xemgîniyê nav hev da dijî , xemgîn e zarok ji mal diçe, lê zêdetir dilşad û bextewar e ku zarokê wê mezin kirî êdî diçe malek nû ava dike.’’ Min got dayê te her tişt pir şênber fêmkiriye. Rêber Apo jî dibêje dema vejînê temam bû, êdî dem dema sazûmaniyê ye. Dîsa şehadeta heval Fuat (Ali Haydar Kaytan) û heval Riza Altun dilê me pir êşand. Rêbertiyê çiqas pêngaven nû diavêtin di zindanê de çavê me tim li rê bû, me digot ka heval Fuat çi dibêje, mijarê çawa dinirxîne. Îcar ev alîyê me kêm ma.Tevgera Azadiyê tim li ser xeta şehîdan pêşketiye. Ev herdu pêşengên ku ji destpêkê heta îro stûna xeta Apoyî bûn, niha ev bar dan ser milên hevalên xwe. Rakirina vî barê rûmetê ji bo her ciwanekî kurd şerefek mezin e. Heta kurdekî bi namûs hebe wê mîrateya PKK’ê bijî, ev heval jî wek afirînerê vê mîrateyê wê her û her bijîn. Armanc û hedefa 12. Kongra PKK’ê di asta navnetewî de mîsogerkirina mafê netewa kurd e, sazûmankirina vê ye. Di heremê de pêşxistina netewa demokratîk e bi gotinek din têkbirina zihniyeta faşizma spî, kesk û reş e. Binêrin hezên qaşo li dijî DAIŞ’ê bûn îro ji Kurd, Durzî, Nasturî û Erebên demokrat re dibêjin tevlî DAIŞ’ê bibin. Vê tenê di gotinê de nahêlin di heman demê de disepînin. Lê tevgera Azadiyê wê rê nede van sepandinan. Îro ez bi dilêşî dibinîm ku hin kurdê qaşo netewperestin dibêjin:’’Bijî Emerîka.’’ Devê van nagere bibêjin:BIJÎ ARÎN MÎRKAN , BIJÎ GELHAT, BIJî WÊREKIYA XETA APOYÎ. Ger ev xet nebûna gelo Emerîka dihat alîkariyê ? Bila şaş neyê fêmkirin ez van gotinaa ji van kesên ku dijminatiya APO û xeta APOY’î ji xwe re kirine nan û av re nabêjim ew Judenratê dev bi xwînin. Ji bo kurd û kurdistanê ji betlaneya xwe fedakarî nakin hersal diçin Bodrumê betlaneyê û tên bi awayek bêşerm ji ber biryara çek danînê ji zarokên berxwedêr ên di bin huja huja tank, topan û fantoman de bi şiyara Bijî Serok Apo şer dikin re li ser navê netewperwertiya kurd gotinan dibêjin .Ferqa van û ya generalê tirk Osman Pamukoglu tune herdu jî dibêjin:’’Serê van hatiye şuştin.’’ Gotina min ji gelê me re ye: bizanin ên ku xwîn dane, can dane di zîndanan de emrekî serî netewandine xwediyê dozê ne guh bidin wan. Bizanin yên îro li berxwe didin canê xwe feda dikin sibê tengavîyek derkeve yê dîsa fedekariyê bikin ew in. Ez di wê baweriyê de me wê encamê 12. kongra PKK’ê di zihniyet, hişmendî û pergala Rojhilata Navîn de wê li ber guhertin û veguhertinên dirokî veke.
Piştî biryara feshê, biryara çekdanînê bi lijneyeke ku ji 30 kesî pêk dihat, bi çek şewitandinê banga Rêber Apo û biryara kongreyê, bi temsîliyeteke bilind pêk hat. Bi vê temsîliyeta bilind û di bin rêberiya yeke weke Besê Hozat de pêk hat peyama Tevgera Azadîya Kurdîstanê çi bû û ev pêngav divê çawa bê bersivandin û çawa were fêmkirin?
Kurdan bi vê merasima dîrokî, peyamên pir girîng dan. Berî her tiştî kurdan ji dost û dijminan re got; siyaseta kurd bi awayek yekpare li her çar parçeyan li du biryara Rêber Apo ye. Ev ji bo siyaseta kurd gavek pirgirîng bû. Amadekirina merasimeke wisa aqilê kurdan yê hevpar bû. Hêvidarim ev aqilê hevpar di vê serdema dîrokî de her bidome. Çimkî pêwîstiya gelê Kurd pir bi vî aqile hevpar heye. Dema heval Besê Hozat mîna şepalek serkeftî li pêşiya şervanan ji şikefta Cesanê daket te digot qey hemû dîroka kurd tevê dimeşe. Hemû şehidên doza kurdistan tev li wir bûn, min bi xwe ew meşa wek meşa tevan dît. Dîsa temsîliyeta havala Besê nîşana pêşengtiya jina kurd e. Lê tenê ev nîne di heman demê de perspektîf û vîzyona paşerojê ye. Rêber Apo dibêje:’’Paşeroj ancax bi pêşengiya jina azad pêkan e.’’ Pêşengtiya heval Besê dide nîşandan ku wê pêşengtiya vê serdema nû jina azad bike. Şervanên Azadiyê çekên xwe teslim nekirin, şewitandin. Bi vê nîşanî cihanê dan ku ji ber gelê wan bêstatu hatiye hiştin mafê jiyane ji dest wan hetiye girtin ji neçarî rahiştine çekan. Lê ger derfetê jiyanek mirovî avabibin û ew bikarin bi nasnameya xwe ya azad bijîn amade ne dev ji çekan berdin. Dîsan wekî rêzdar heval Cemîl Bayik gotî:’’Em zarokên agir û rojên e,bi şewitandina çekan me vîna xwe ya destpêkek nû destnîşan kir.’’ Dinya alemê ev vîn dît dora gav avitinê ya dewleta tirk e.Dem û dewran guheriye yê ku xwe li gor giyan û pêdivîyê zeman biguherîne wê bi serkerbikeve. Tişta ku ez dibînim tevgera kurd bi pêşengtiya Rêber Apo xwe amade kiriye, dewleta tirk jî di nav krîzên guherandinê de, tengijîye. Yan wê biguhere yan jî wê têk biçe.