Hebûn û Tinebûn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Hezîran 2022 - 22:00

  • Dema mesele dibe hebûn, em behsa para tinebûnê ya di nava hebûnê de dikin û bi ser wê re jî derbasî şirove û darazan dibin. Ev yek wisa ye. Ji ber ku tiştek heke ne xwediyê tinebûnekê be, ne xwediyê hebûnekê ye jî û dîsa tiştek heke ne xwediyê hebûnekê be ew tişt ne xwediyê tinebûnekê ye jî.

Mîna hebûnê, tinebûn jî rastiyeke jiyanê ye. Ne tenê tiştên berbiçav ên ku em wan bi çavên serê xwe dibînin, tiştên razber, yên ku bi çavan nayên dîtin, lê tên bihîstin jî di nav de, her tişta ku em dikarin bi ser navê jiyanê bikin mesele, biqasî hebûnê tinebûnê jî di nava xwe de dihewînin. Wekî meriv, em jî ji vê yekê azade nînin.

Ev hebûn û tinebûna têkilhev maneya tiştekî wiha ango “hem heye û hem jî tine ye yan jî hebûn di heman demê de tinebûn û tinebûn jî hebûn e” dernaxe holê. Na, diyalektîka hebûn û tinebûnê ne wisa ye. Heke wisa bûya, hevsengiya jiyanê wê xera bibûya. Lewra, heke xwezayê destûr bida ku ev herdu hêmanên han bi awayekî rasterast cih biguherînin, belkî aliyekî bêhtir meyla aliyê din bikira yan jî ji bo tinekirinê zor li aliyê din bikira.

Em bibêjin tiştekî di demaniyeke ne guncaw de meyla tinebûnê kir, yan jî tinebûnê zor li wî tiştî, ango li wê hebûnê kir û ew ji holê rakir. Encam, bi awayekî jênerev takêşî ye. Takêşiya bi ser navê tinebûnê. Çima yan jî çawa takêşî? Ji ber ku aliyek (tenê ji bo demeke diyar be jî) ji holê rabûye, bi gotineke din ji hebûnê vegeriyaye ser tinebûnê, wê gavê li wir û ji bo wî tiştî tenê tinebûn heye. Tinebûna bê hebûn. Lê em ji jiyanê dizanin ka çawa hebûn bêyî tinebûnê nabe, di heman demê de tinebûn jî bêyî hebûnê nabe. Nexwe, di nava tinebûnêkê de hebûnek tine be, em ê bi ti awayî nikaribin behsa wê tinebûnê bikin. Di vî warî de ya ku em pê digirin û tinebûnê dikin mijara dahurandin û şiroveyan ew para hebûnê ya di nava wê tinebûnê de ye. Ev yek di warê hebûnê de jî wisa ye. Dema mesele dibe hebûn, em behsa para tinebûnê ya di nava hebûnê de dikin û bi ser wê re jî derbasî şirove û darazan dibin. Ev yek wisa ye. Ji ber ku tiştek heke ne xwediyê tinebûnekê be, ne xwediyê hebûnekê ye jî û dîsa tiştek heke ne xwediyê hebûnekê be ew tişt ne xwediyê tinebûnekê ye jî. 

Nihêrîna ‘tiştek hem heye hem jî tine ye’

Li aliyê din, gotin yan jî nihêrîna “tiştek hem heye û hem jî tine ye” jî nikare diyalektîka hebûn û tinebûnê şirove bike. Nikare, ji ber, ne ku tiştek hem heye û hem jî tine ye, loma heye, yan jî loma tine ye. Ew tişt ji ber ku heye tine ye û ji ber ku tine ye heye. Yan jî em wiha bibêjin; hebûna tiştekî pêşmerca tinebûna wî û tienbûna wî jî pêşmerca hebûna wî ye.

Bêguman, em bi awayekî eşkere nabêjin, ji ber ku bi awayekî din ne pêkan e. Loma wiha dibe yan jî wiha ye. Lê, heke li gorî şiroveya li jor, ya ku dibêje, “tiştek hem heye û hem jî tine ye” bibûya, bêguman e ku hebûna tiştan wê pirr nediyar û tinebûna wan pirr bê biryar bibûya.

Ya girîng ew e ka em çawa dibînin

Rexmî ku em zanin wiha nabe, lê dîsa jî me dikarîbû, li ser navê cihêrengiya şiroveyan wê nihêrînê heya astekê erê bikira. Heke me nizanibûya ev yek ligorîxwebûn yan jî kêyfiyeteke bêsînor dide merivan. Ev nihêrîn di warê hebûn û tinebûna tiştan de bi ser navê danasîn û darazê kêyfiyeteke wisa bêsînor bi mirovan re çêdike, hebûn û tinebûna tiştan ne li gorî rastiya wan, lê tenê li gorî dil û daxwaza merivan diyar dibe. Li gorî vê kêyfiyetê qet ne girîng e ka tiştek bi rastî û reseniya xwe çiqasî hebûn e û çiqasî jî tinebûn e, yan jî heye yan tine ye. Ya girîng ew e ka em wî çawa dibînin û binav dikin yan jî nabînin (!)

Meriv meyla nihêrîna şaş dikin

Ciyê mixabiniyê ye ji ber ku derfet û fersenda şiroveyên kêyfî dide wan, meriv bi giranî meyla vê nihêrîna şaş dikin. Îro êdî rewş hatiye radeyeke wisa, hin kes heke ne li gorî dilê wan be, dikarin hebûnên darîçav mîna tinebûn û tinebûnan jî mîna hebûn bibînin û binirxînin. Lê ew tiştekî ji bîr dikin. Çi darîçav, çi razber dibe, hebûn û tinebûna tiştan rastiyek e, ji metlew û mexsedên me azade ye. Em bi metlew û mexsedên xwe tenê dikarin derbarê wan de şiroveyan li gorî xwe bi pêş bixin yan jî hin maneyan li gorî dilê xwe li wan bar bikin. Manelêbarkirina me bi ti awayî karîgeriyekê li wan tiştan nake. Ji ber ku dilê me wisa xwestiye û me wisa gotiye, ne hebûn dibe tinebûn û ne jî tinebûn dibe hebûn. Tişt çi bin dîsa mîna xwe dimînin û ya me jî bi me dimîne. Jixwe manelêbarkirina tiştan ya ku kiryarê wê em in, bi serê xwe şaşîtiyek e. Divê em maneyê li tiştan bar nekin, lê maneyê bidinê. Di navbera manelêbarkirin û manedayinê de cudahiyeke hemanî heye. Nêzîkatiya yekem ji metlew û mexsedên me ava dibe. Ji ber vê, rastî û reseniyê nabînin û xwe li nezaniyê datîne yan jî bi zanebûn wan ji rastiya wan cudatir nîşan dide. Nêzîkatiya duyem, rastî û reseniya tiştan esas digire. Ango manedayina tiştekî ji bo me qebûlkirina wî tiştî ya li gorî rastiya wî ye...

Biryar û darazên kêyfî

Ev e, ya ku ji bo her kesî û her tiştî divê bê kirin. Lê mixabin ya ku tê kirin ne ev e. Rexmî ku her kes çi kêm û çi zêde jê haydar e ku ne xwezaya yekem û ne jî ya duyem (civak) kêyfiyetê qebûl nakin, merivê îroyîn para bêhtir xwe li vê kêyfiyetê digirin û derbarê jiyanê de bi wê kêyfiyetê biryarê didin û hukman dikin.

Qet ne xweş e ku meriv pêşbîniyên xwe yên derbarê siberojê de li ser hîmê reşbîniyan ava bike. Lê em neçar in bibêjin, diyar e ku ev nihêrîn û nêzîkatiya li gorî xwe, bi navê din kêyfiyet wê bidome. Heya mirov pê hesiyan ku qebûlnekirina tiştên din ya li gorî rastî û reseniya wan di heman demê de qebûlnekirina wan bi xwe ye û merivê ku tiştên ji xwe der qebûl neke, hebûna xwe jî qebûl nake. Lewra, ew jî parçe û paraka wan e, ne tiştekî din...

* Cengîz Eker ji sala 1993’yan û vir ve di zindanê de ye. Niha li hepsa Şakranê girtî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.