Hazir bin ji festîvalê re

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 31 Tebax 2024 - 00:15

  • Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Ewrûpayê ku di 21'ê Îlonê de wê li Frankfûrtê bê lidarxistin, amadekarî qediyan. Komîteya amadekar bang kir ku li dijî tecrîd, qirkirin û polîtîkayên dagirkeriyê bi xurtî tevlî festîvalê bibin.

Festîvala Çanda Kurd a Ewrûpayê ya 32'emîn wê di 21'ê Îlonê de li Rostockplatz a bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo festîvalê qediyan.

Bi navê Komîteya Amadekar a Festîvalê Ayten Kaplan da zanîn ku wan piştrast kiriye ku amadekariyên festîvala çandê ya 32'emîn bi temamî qediyan e û wiha dewam kir; “Dewleta faşîst a AKP'ê bi hevkariyar xiyaneta PDK'ê li welatê me, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd bi çekên qirêj şer dike û hewl dide vê polîtîkayê bi rêya hêzên derve xurt bike. Dewleta Tirk a dagirker û PDK zextên li ser jinan û çapemeniya azad giran dike, ji bo polîtîkayên xwe yên şer û qirêj ji raya giştî ya cîhanê veşêre êrişî kedkarên Çapemeniya Azad dike. Weke înîsiyatîfa jinê ya ku ziman, çand û nasnameya Kurd diparêze, em ê karên xwe yên festîvala çandê ya 32'emîn bi mêvanên xwe yên navneteweyî û hunermendên cuda pêk bînin. Ji bo xwedîderketina li çanda xwe û rabûna li ber polîtîkayên qirkirinê em bang li jinên xwe hemûyan dikin ku bi reng û çanda xwe tevlî festîvala me bibin.

Di vê mijarê de em bang li gelê xwe dikin. Pêvajo nîşanî me dide ku polîtîkayên qirkirinê yên li dijî me, bi feraseta ku nasname, çand û zimanê me tine dihesibîne dewam dike. Em vê pêvajoyê girîng dibînin, ji ber ku weke îradeya parastin û xwedîderketina li çand, ziman û avaniya xwe ya saziyî, em li benda girseya xwe ne ku tevlî festîvala me ya 32'yemîn bibe."

Festîvalê diyarî berxwedana Zapê dikin

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Engîn Seven jî got, "Li Darmstadtê civîna Festîvala Çanda Kurd a Ewropayê ya 32'yemîn hate lidarxistin. Me amadekariyên xwe hemû temam kirin. Li Kurdistanê êrişeke dagirkeriyê dewam dike. Li dijî vê êrişa ku bi serkêşiya PDK, AKP û DAÎŞ'ê tê kirin, em neçar in têkoşîneke mezin bimeşînin. Me festîvala 32'yemîn diyarî berxwedana Zapê kir. Em hemû zanin ku gerîlayên azadiyê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin nîşan didin û derbên giran li AKP, PDK û DAÎŞ'ê didin. Ji ber vê yekê jî divê welatparêzên me hemû di 21'ê Îlonê de beşdarî festîvalê bibin. Ji bo xwedîderketina li gerîla ku ji bo gelê Kurd û mirovahiyê canê xwe feda dikin, tevlîbûna li festîvalê girîng e.

Me Komîteya Amadekar di daxuyaniya xwe ya beriya niha de me ragihandibû ku wê gelek hunermend tevlî festîvalê bibin û çalakiyên çandî, folklorî, konên ji bo zarokan wê hebin. Gelek mêvanên me, dostên me yên biyanî tevlî festîvalê bibin. Rûken Yilmaz ku heta niha di bernameya me ya çandê de ye ji ber ku dewleta Tirk vîze neda, nikare tevlî bibe. Şehrîbana Kurdî jî wê tevlî bibe. Her wiha diviyabû Bilind Îbrahîm jî tevlî festîvalê bibûya, lê belê ji ber zexta hikumeta li wê derê, wê nikaribe tevlî festîvalê bibe.

‘Em bibin dengê Rêber Apo’

Şehrîbana Kurdî, Omer Gundî, Erdogan Emîr, Hozan Zozan, Hozan Kawa û Restek wê tevlî festîvalê bibin. Em bang li rêxistinên xwe yên li Ewropayê, mirovên azadîxwaz, dostên xwe yên li Ewropayê û girseya xwe dikin. Her kes bi kinc, reng û alên xwe ji bo bibin dengê azadiyê û dengê şervanên azadiyê tevlî festîvalê bibin. Ji Rêber Apo ti agahî nayê wergirtin. Divê bi hezaran kes bibin dengê Rêber Apo. Di vê pêvajoyê de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî, ji bo dengê Kurdistana azad bigihêje her deverê divê her kes, jin, ciwan, zarok, extiyar dayik; her kes tevlî festîvalê bibin. Di 21'ê Îlona 2024'an de li Rostockplatz a Frankfûrtê em li benda we ne."

ANF/FRANKFÛRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.