Mihrîcana Hawar a Stranan a 3’yan bi dirûşmeya “Çanda resen dengvedana serdemê ye” li kampa Berxwedanê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar dikeve.
Komîteya Nirxandinê ya Mihrîcana Hawarê ji 21 beşdaran 14 ji bo qonaxa duyem a mihrîcanê hilbijartin.
Bernameyê pêr bi straneke koma sêyem dest pê kir.
Piştre endamên koma sêyem; Şervan Mihemed, Bêrîvan Seydo, Nûjîn Berekat, Ehmed Îso, Mehmûd Seydo, Rojana Belko û Muslim Şêxo yek bi yek stranên xwe gotin.
Piştî navbera kurt, komîteya nirxandinê ya mihrîcanê navên beşdarên ku wê derbasî qonaxa duyemîn a mihrîcanê bibin, eşkere kirin.
Beşdarên serketî yên hatine hilbijartin ev in: Mistefa Şêxo, Îbrahîm Ebdo, Zêrîn Îbiş, Mihemed Osman, Nûjîn Berekat, Serhed Seydo, Ehmed
Beyrem, Fikret Heco, Ezdam Musa, Mihemed Îbiş, Mêrvan Zîbar, Rojana Belko, Seydo Horo, Ferîde Tarî.
Qonaxa duyemîn a mîhrîcanê dê 14’ê Îlonê li kampa Berxwedanê dest pê bike û 2 rojan dewam bike.
ANHA/ŞEHBA