Hasret bi hesreta Kurdî çû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 05:15

  • Rojekê dîsa ew dengekî dibihîze. Ev deng dengê Şakiro ye, gava ew li vî dengî guhdarî dike, li ber vî dengî ji xwe ve diçe. Bi carekê radibe û dibêje, “Divê ez vî camêrî bibînim. Min bihîst ku ew hîna jî sax e û nemiriye.”

ARDÎN DÎREN

 

Hasret Gultekin, ji kurdeyatiya xwe qet nedireviya û gava hin kesan bixwestana wî nas bikin, jê dipirsîn “tu kî yî”, wî bi xwe bawer, digot, “Ji Qoçgirî me, ji malbata Elîşêr im û Kurd im”. Ew li gundê Qoçgirî yê bi navê “Xan” hatibû dinê. Ev gund di dema Serhildana Qoçgirî de wargeha şervanên Kurd bû. Zarokên li vî gundî ji bo çem û çiyayên li hember gund peyva bi Tirkî ya “Utay” bi kar tînin. Di Kurdî de ev peyv ji hêla Qoçgiriyan ve wek “Wî-tay” tê bikaranîn û tê maneya tiştên li hember, ev carinan dibe ku çiyayek, carinan dibe ku deştek û carinan jî dibe ku ku çem û rûbarek be. Her wiha girêdana xwe bi peyva “utopya” re jî heye û di wê maneyê de jî tê bikarnanîn. Ji lewre “Wî tay” tê maneya xewn û xeyalên li pişt çiya û deştan jî.

Utopya me şîn e

Hasret Gultekîn, mirovekî înternasyonal bû û xwedî utopya bû. Hasret digot, “Mirovê ku ne înternasyonal be, nikare bibe xwedî utopya; heger bibe jî dê utopya wî reş û spî be. Lê utopya me şîn e.” Hasret ne tenê hozanekî sazbend bû, haya wî ji dîroka wî jî heye û ji rastiya civakê ne qut e. Li cihekî ew rewşa xwe û hevalên xwe dişibîne rewşa Çînê: “Karê me jî dişibe karê Mao. Dirêj e û sebir jê re lazim e. Û ew ê weke ‘Meşa Dirêj’ zor û zehmet be. Divê em vê zargotin û hunerê bi nirx yê civakê baş rave bikin da ku were naskirin û hezkirin. Stran û saza me piçûk dixînin! Lê ez dibêjim, ew xwe piçûk dixînin.” 

Piyanojenê gundiyan

Hasret bi gelek cureyên muzîkê re mijul e û wan lêdikole. Haya wî ji muzîka dinyayê jî heye. Ew li Paco de Lucia, Paco Pena, Peter Gabriel guhdarî dike. Ew ji Jazz, folk, flamenko û raggae jî hez dike. Di destê Hasret de tembûr dibe wek piyanoyê, ew tembûrê wek piyanoyê dijene ji lewre jê re dibêjin, “Piyanojenê gundiyan”. Ji ber ku serketî ye, gava hin kes li tembûra wî guhdarî dikin dibêjin, “Gelo ew li gîtarê dixe?” 

Şelpe ji Nesîmî fêr dibe

Ew bêhtir tiliyên xwe bi kar tîne ji bo tembûrê. Di demeke kin de şêweya “Şelpe” fêr dibe û di vi warî de pirr bi pêş dikeve. Ew ji Aşiq Nesîmî (Çîmen) hînî şelpe dibe û ji sêtêlê pirr hez dike. Her çiqasî însturmanek zor û zehmet be jî ew zû fêr dibe û di ser re jî tiştên nû diceribîne. Kurê Nesîmî Çîmen, Mazlûm Çîmen dibêje, “Deriyê bavê min li her kesê ku dixwest hînî şelpe bibe, vekirî bû û şelpe fêrî wan dikir. Gelek kes hîna fêr nedibû dev jê berdida lê Hasret tenê bi fêrbûnê nema, wî şêweyên nû yên şelpeyê jî afirand.”

Dengan digirt û arşîv dikir

Xwendin û nihêrînên Hasret li gorî dema xwe pêşketî bûn û ew bi helwêst, tembûr û xebatên xwe pêşengekî civakê bû. Heval û nasên wî dibêjin, ew tim wek zanyarekî xebitiye û xwedî dsîplîn bûye. Ew bi hesreta hînbûnê radibû ji lewre tim li dû deng û çîrokên nû bû û dixwest van dengan qeyd bike da ku winda nebin û werin parastin. Ew hîna di wî temenê xwe yê ciwan de xwedî bîr û baweriyeke xurt bû û hay ji dewlemendiya çand û erdnîgariya Qoçgiriyê hebû. Wî tenê bi tembûra xwe stran nedigot, her wiha wî bîra girîngiya arşîvê jî dibir û dixwest dengan kom bike û bike arşîv. 

Dikeve pey dengê Şakiro

Gava ku Hasret dibîhize li herêma Qoçgirî şîn yan jî şahiyek çêdibe, radihêje teyb û alavên xwe, û diçe wan gundan dengan qeyd dike. Li herêma Qoçgirî hozan û helbestvanên ku zêmaran dibêjin, gelek in. Rojekê dîsa dibihîze ku li gundekî şîn heye ew dîsa xwe nagire û dibêje, “Divê ez herim ser cenaze, teqez dê xaltiya Meqbûle jî were û zêmaran bibêje di şînê de ez bi vê baş dizanim. Ew li Qoçgirî kesa herî baş e ya ku zêmaran dibêje.” Wê hefteyê, lêdixe, diçe gund û dengê Meqbûle tomar dike. 

Rojekê dîsa ew dengekî dibihîze. Ev deng dengê Şakiro ye, gava ew li vî dengî guhdarî dike li ber dengî ji xwe ve diçe. Bi carekê radibe û dibêje, “Divê ez vî camêrî bibînim. Min bihîst ku ew hîna jî sax e û nemiriye.” Piştî lêdipirse gerînan ew dengbêj Şakiro li Mûşê li navçeya Gimgimê dibîne û teyba xwe vedike, dengê wî qeyd dike. Bi rojan û bi hefteyan ew li dengê Şakiro guhdarî dike. Gava hin kes jê dipirsin tu li çi guhdarî dikî, ew hîç deng nake û tenê kaseta lê guhdarî dike, nîşanî wan dide.  

Mem talan Zîn ziyan dibe

Hasret bi Kurmancî diaxive, lê xwe fêrî Dimilî û Soranî jî kiriye û diaxive. Ji bo muzîka Kurdî ya wê demê bi fikar e û gava li hin kasetan guhdarî dike pirr xemgîn dibe û li ber dikeve. Ne ji ber qedexebûnê, lê ji ber ku ew zêde nirx dide zimanê Kurdî û naxwaze Kurdî biherimîne zû bi zû bi Kurdî nabêje. Çend teklîfên ku jê re tên jî qebûl nake û dibêje, “Kurdî diherimînin, em çibikin jî em ê nikaribin bibin asteng ne wisa?” Di meseleya Kurdî de pirr hesas tevdigere, nêzîkatiyên li hember ziman û zêmarên Kurdî wî pirr diêşînin. Ji lewma dibêje, “Mem talan dibe, Zîn ziyan dibe!”

Newroz û Kirîvo

Di sala 1990’î de li Tirkiye cara pêşî bi awayekî fermî kaseta Kurdî ya “Newrozê” bi pêşengiya Hasret Gultekîn derdikeve. Ev kaseteke înstrumantel e û li ser kasetê wêneyê Kurdekî ku devê wî bant kiriye, heye. Her wiha sala 1990’î ji bo kaseta Ganî Nar a bi navê “Jiyan” jî dixebite û ji bo kasetê muzîkan çêdike. Heman salê ji bo kaseta Şivan Perwer yê bi navê “Kirîvo” jî pêşengiyê dike û dibe alîkar da ku ev kaset bi Kurdî derkeve.

Li Madimakê şewitandin

Hasret Gultekin di komkujiya Hotêla Madimakê ya Sêwazê de di 24 saliyê xwe de wefat kir. Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de komek nijadperestî agir bi hotêlê xistibû û 33 hunermend, nivîskar û rewşenbîr û 2 xebatkarên hotêlê bi şewitandinê hatibûn qetilkirin. Hasret Gultekin jî yek ji wan bû.

* Ev agahî ji pirtûka bi navê “Ütopyalar ülkesinin ateş hırsızı” ya li ser Hasret Gultekin, hatine girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.