Hasbî Çakici wefat kir

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 22 Gulan 2022 - 17:07

  • Hasbî Çakici yê ji bo rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan 127 rojan ketibû greva birçîbûnê, wefat kir.

Hasbî Çakici yê ji bo rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan 127 rojan ketibû greva birçîbûnê, wefat kir.

Hasbî Çakici 127 rojan ji bo azadiya Rêber Ocalan û ji bo rakirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ketibû greva birçîbûnê. Hasbî Çakici ev 2 sal bûn ku li bajarê Holandayê Den Haagê ji ber nexweşiya helîna masûlkeyan dihat dermankirin. Çakici pêncşemê bihurî rakirin beşa dermankirina nexweşiyên giran. Wî înê wefat kir. 

Ji bo Hasbî Çakici li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Den Haagê sersaxî tê qebûlkirin.

Çakici di dema greva birçîbûnê de wiha behsa naskirina Tevgera Azadiyê dikir:  “Wê demê atmosfereke xurt a siyasî hebû, her kes tevlî rêxistinekê dibû. Min jî, hevalê Egîd (Mahsûn Korkmaz) nas kir û piştre tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bûm. Piştî ku wextekê bi hevalê Egîd re mam, min dest bi karê aktîf kir. Dûre li Mîdyad, Nisêbîn, Êlih û Qoserê xebitîm. 3'ê Tebaxa 1979'an li Qoserê hatim girtin. Ez birim Girtîgeha Mêrdînê. Hezîrana 1983’yan bi şert hatim berdan. Piştre min karê xwe li Mersîn û Antalyayê domand.”

Ew ji Mijdara 1991’ê ve li Ewrûpayê bû. Wî di nava karûbarên KNK'ê, piştre li nav karên NCDK a Den Haagê cihê xwe girtibû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.